14 februari 2026

Kurdan tirk neqawt kirin û avêtin derî rîngê


Mezlûm Ebdîyê Tirkiyê ew ”terorîst” îlan kiriye, lêdigere, bû sitêrka Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê.

Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed di konferansê da bi wezîrê karên derve yê Amerîkayê Marco Rubio û bi wezîrê karên derve yê Sûriyê Esed Şeybanî ra hatin ba hev. Mezlûm Ebdî goriye civîna bi Marco Rubio ra berhemdar derbas bûye.

Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed bêyî hevdîtina bi wezîrê karên derve yê Amerîkayê Marco Rubio ra, bi serokê Fransayê Macron ra û gelek lîderên din ra jî hevdîtin kirin û ewê bikin.

Meriv kane bibêje kurdan Erdogan û Hakan Fîdan neqawt kirin û ji rîngê avêtin der. Heta nuah rewş baş e, di lehê kurdan da ye. Hêvî dikim wiha dom bike.

Beşdariya Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed ya Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê ji bo kurdan serketineke mezin e, têkbirina siyaseta Tirkiyê ya antî-kurd e.

Mezlûm Ebdiyê Tirkiye wek ”terorîst” lê digere wek serokê kurdên Kurdistana Rojava beşdarî Konferansa Munîhê bû. Ev yek ji bo HSD´ê, ji bo PYD´ê û miletê kurd meşrûîyeteke navnetwî ye û nîşana kes guh nade zirt û pirtên Tirkiyê.

Almanyayê di deqîqeya dawî da Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed vexwend Konferansa Munîhê.

Ev surprîza Almanyayê nîşanê wê yekê ye Almanya siyaseta xwe ya Sûriyê û ya kurdan guhert.

Esas ne Almanyayê tenê, piştî êrîş û hovîtiyên çeteyên Colanî û xebatên dîaspora kurd, di siyaseta Amerîkayê da jî, di ya Fransayê û Îtalyayê da jî guhertineke berbiçav çêbû. Nuha bêtir zextê didin ser Colanî û piştgiriya xwe ya bi kurdan ra xurttir nîşan didin.

Tesîra xebatên dîaspora kurd ne hindek e, pir mezin e. Di Parlamentoya Ewrûpayê çend parlamenterên kurd hene, gelek dostên kurdan hene.

Li her welatê Ewrûpayê, di meclîsên wan da, di medyaya Ewrûpayê û Amerîkayê da bi sedan kurd û dostên kurdan hene.

Di Kongreya Amerîkayê da, di Senatoyê da dostên kurdan pir in. Xebata van kurdan û dostên wan tesîr li hukûmetan kir, mecbûr man bêbextî û bêexlaqiya xwe hinekî tahmîr bikin û kurdan di nava keriyên guran da bi tenê nehêlin.

Yanî meriv kane bibêje xebatên, dîplomasiya dîaspora kurd dimeşîne hêzeke pir mezin û bi bandor e. Li Ewrûpayê, li Amerîkayê, li gelek welatên din bi siyasetmedar, rojnamevan, nivîskar, akademîsyen, alimên kurd hene, giş ji bo azadî û serxwebûna gelê xwe dixebitin û tesîrê li hukûmetên welatê xwe dikin.
Lema jî dîaspora kurdî ji bo azadî û serxwebûna miletê kurd hêzeke gelkî girîng e.

Bûyer û êrîşên ser kurdên Kurdistana Rojava careke din nîşanî me da dibê em kurd dostaniya, hevkariya nabêna xwe û Amerîkayê, Ewrûpayê miheqeq xurt û saxlem bikin.

Bêyî piştgiriya Amerîkayê û Ewrûpayê em nikin di nava van keriyên gur û keftaran da xwe biparêzin. Jim e ra miheq alîkariya wan lazim e. Heta ku em dibin xwedî dewleteke serbixwe ya wek Îsraîl xurt.

Heta wê çaxê dibê Amerîka, Ewrûpa mitefikê me be, me biparêzin. Ne midaxeleya Amerîkayê û Fransayê bûya çeteyên Colanî û Tirkiye nedisekinîn, ewê her dera Kurdistanê talan û wêran bikirana, bikirana wek taxên Şêx Mexsûd û Eşrefiyê.

Ji bo wê jî dibê em hevkariya xwe ya bi Amerîkayê û Ewrûpayê ra pir saxlem bikin. Carnan hin tiştên ne xweş, ne li zirara me, ne li gorî dilê me bikin jî, em mecbûr in hevkariya xwe bidomînin, piştgiriya wan û ya Îsraîl saxlemtir bikin.

Hêvî dikim di konferansê da heyeta kurd kar û xebatên baş bike, Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed di axaftinên xwe da xwe sansor nekin, tirs û talîkeyên li pêş kurdan bibêjin û ji Amerîkayê, ji Ewrûpayê GARANTÎYÊ bixwazin.  

XXX

Tirkiyê ji ber beşdarbûna Mezlûm Ebdî Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê protesto kiriye, beşdarî konferansê nebûye.

Ez nuh fêr bûm. Min nizanîbû tirkan konferans protesto kirine. Pir kêfxweş bûm. Bi tesedufî min navê nivîsa xwe ya îro kir, "Kurdan tirk neqawt kirin û avêtin derî rîngê"

Min teşbîheke xweş kiriye, metaforeke tam di cî da bi kar anîye.

Meriv kane bibêje, kurdan Erdogan û Hakan Fîdan neqawt kirin û ji rîngê avêtin der.

Êdî kes guh nade zirtên tirkan, dîaspora kurd Amerîka, Ewrûpa mecbûrî vê şêla di lehê kurdan da kir.

Heta nuah rewş baş e, di lehê kurdan da ye. Hêvî dikim wiha dom bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar