Serokê HSD´ê Mezlûm Ebdî û berdevka PYDê ya têkiliyên derve Îlham Ehmed beşdarî Konferansa Ewlehiyê ya li Munîhê dibin. Ji bo ku daxwaza miletê xwe bigihînin dinyayê Konferansa Munîhê platformeke pir muhîm e. Ji bo kurdan jî fersendeke tarîxî ye.
Şalê vê îmkanê baş bi kar bînin.
Lê ditirsim ji bo azadîya kurdan federasyonê, otonomiyê, tiştekî cidî nexwazin, dîsa neqarata ”biratiya gelan, demokrasiyê” filan û bîvan dubare bikin.
Di paltformeke wiha muhîm da dibê daxwazên kurdan yên netewî
rêz bikin, qetlîamên çeteyan kirine bibêjin. Dibê dinya bizanibe kurd li
Kurdistana Rojava çi dixwazin?
Mezlûm Abdî û Îlham Ehmed xanimê bi wezîrê karên derve yê Amerîkayê ra civiyan e. Ewê bi gelek serokên ewrûpî yên din ra jî civînan çêkin. Ji bo kurdên Kurdistana Rojava ev ne tiştekî hindik e, bêguman qezenceke mezin û tarîxî ye.
Hêvî dikim ji alî ereban va neyên xapandin, xwe otosansor
nekin, axafitinên baş bikin, gelê xwe baş temsîl bikin
XXX
Dûran Kalkanê murîdê Evdila Ocalan bala tirkan kişandiye,
gotiye ”dibê her kes baştir bibîne, baştir fêm bike, ewê bedelên hîn girantir
bi Tirkiyê bidin dayin. Sevra duyem tê helbet, zextê didin ser Îranê, li Îranê
hin tişt dibin, dibê Tirkiye viya bibîne.”
Mêrik eşkere dibêje Sevra duyem di rêda ye, yanî Amerîka,
Xerb dixwazin dewleteke kurdî ava bikin, dibê tirk viya bibînin û tedbîrê
bigirin.
Partiya ji bo serxwebûna miletê kurd ava bû, bi hezaran şehîd
dane îro li dijî serxwebûna miletê kurd e, ditirse dewleteke kurdan jî çêbibe.
Dixwaze tirk vê talûkê bibînin, şîretê li wan dike, dixwaze tirk rê li ber çêbûna
dewleteke kurdan bigirin.
Trajediya mezin hin kurdên hîn jî hevalên vî merivê antî
kurd, vî dildarê dewleta tirk e hene.
Kurdek çawa kane hîn jî bibe hevalê kesên wiha aqilê meriv
nagire...
XXX
Çend partî û hêzên ji fikir û baweriyên cuda li Diyarbekrê
bi hev ra şehîdên Serîhildana Şêx Seîd bibîr anîne.
Pir kêfxweş bûm. Partî, hêz û kesên kurdperwer, çep, dîndar, nasyonalîst dibê wiha dest bidin hev. Dijminê me yek e, armanca me yek e, wê demê ji bo çi emê dest nedin hev û bi hev ra ji bo azadiya miletê xwe nexebitin?

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar