13 februari 2026

Bijî Kurdistana Rojava

Du roj berê li Parlamentoya Ewrûpayê li ser Sûriyê û rewşa kurdan civîneke muhîm çêbû, li ser kurdan axaftinên piştgiriyê, dilşewat hatin kirin.
Parlamenteran di gotarên xwe da bala rejîma îslamî kişandin. Gotin çavên me li ser we ye, em qebûl nakin hukûmeta Colanî zulmê li kurdan û li gurûb û miletên din bike.

Bi kurtî gelek tiştên di lehê kurdan da gotin û hin biryarên baş girtin. Meriv kane bibêje di gotinê da tiştên di lehê kurdan da gotin, biryarên baş girtin.

Gotin baş e, lê ya muhîm emel e, praktîk e, di praktîkê da ewê gotinên xwe bi cî biînin ya na ew ne diyar e.

Ji parlamenterên peyivîn gelekan axaftinên xwe bi slogana ”Her bijî Rojava, bijî Roja!” qedandin.
Heger kurdan, HSD´ê, PYD´ê, Dem Partiyê navê Kurdistanê sansor nekirina, negotana ”Rojava”, parlamenteran ji dêlî bigotana ”Bijî Rojava” ewê bigotana ”Bijî Kurdistan, Bijî Kurdistana Rojava!”
Lê mixabin kurdan bi xwe navê welatê xwe Kurdistanê guhertin, kirin "Rojava". Xelk jî nabêje, Bijî Kurdistan, dibêje bijî Rojava !"
Heyf, kanîbû wiha nebûya, lî siyaseta şaş bû sebebê vê sansora xerab. Dibê em rast bikin.
Siyasetmedarên kurd, medyaya kurdî gerek ji Kurdistana Rojava ra nebêje "ROJAVA", bibêje Kurdistana Rojava. Şerm e navê welatê xwe sansor nekin.
Kurdên bikaranîna navê ”Rojava” tercîh dikin dibê êdî ji tirkan ra nebêjin çima hûn navê welatê me sansor û qedexe dikin. Çimkî kurd bi xwe, bi dilxwazî naxwazin navê welatê wan Kurdistan be, wan bi xwe navê Kurdistanê kirine ROJAVA !
Ji bo wê siyasetmedarên ewrûpî, medyaya ewrûpî tu carî nabêje Kurdistana Rojava, dibêje Rojava. Sûcdar û musebîbê vê yekê jî kurd in, HSd, PYD, DEM Partî ye....

XXX

Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed beşdarî Konferansa Ewlehiyê ya li Munîhê bibin. Ji bo ku daxwaza miletê xwe bigihînin dinyayê Konferansa Munîhê platformeke pir muhîm e.
Lê ditirsim ji bo azadîya kurdan federasyonê, otonomiyê, tiştekî cidî nexwazin, dîsa neqarata ”biratiya gelan, demokrasiyê” filan û bîvan dubare bikin.
Di paltformeke wiha muhîm da dibê daxwazên kurdan yên netewî rêz bikin, qetlîamên çeteyan kirine bibêjin. Dibê dinya bizanibe kurd li Kurdistana Rojava çi dixwazin?
Hêvî dikim xwe otosansor nekin, axafitinên baş bikin, gelê xwe baş temsîl bikin

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar