12 februari 2026

Ez vê bandrola Seddam Husên û herdu alan diyarî Hêzên Hevpeyman dikim


Reqaya kurdan ji çeteyên Daîşê paqij kir, Qerqaya kurdan di şerê li hemberî Daîşê da bi sedan şehîd tê dan, dîsa bûye bajarê Daîşê û dildarên Seddam Husênê qatilê Helebçeyê.

Tirkiye, Amerîka, Hêzên Hevpeyman, Yekîtiya Ewrûpayê ji bo ku Reqa dîsa bibe merkeza terorîstên Daîşê piştgirî dan Ehmed el Şara Colanî.

Amerîka kurdan mecbûrî jiyana bi van celadan ra dike.

Ez vî rismî diyarê tirkan, Donald Trump, Hêzên Hevbpeyman û Yekîtiya Ewrûpayê dikim.

Ez vî rismî diyarê tirkan, Donald Trump, Hêzên Hevbpeyman û Yekîtiya Ewrûpayê dikim. Reqaya Daîşê, Reqaya Seddam Husên îdolê çeteyên Colanî ye li wan e li we pîroz be. 

Tirkiye, Daîş, zilamên Seddam Husên, Colanî di eynî cepheyê da ne. Amerîka û Yekîtiya Ewrûpayê nuha bûne mitefikên wan.

XXX

Diyar Kurda dibêje, yek endamê Kongreya Amerîkayê jî piştgiriya hukûemta Sûriyê nake. Ev yek ji bo me piştgiriyeke muhîm e. Rewş di lehê kurdan da guherîye. Gerek kurd ji vê rewşê sûdê bigirin, xebatên xwe yên lobîtiyê, dîplomasiyê xurttir bikin.

Gerek çend rojnamevanên HSD´ê, PYD´ê, ENKS´ê jî wek Dîyar Kurda li wir bin, tim înformasyonê bidin endamên kongreyê.

Dibê meriv Diyar Kurda xelat bike. Ji bo Kurdistana Rojava xebateke bêhempa dike.

PYD´ê, HSD´ê, tu hêzeke kurd heta nuha bîr nebiriye çend rojnamevanên jîr, jêhatî li Amerîkayê bicî bikin. Rojnamevanên ereb,faris, tirk li Neteweyên Yekbûyî, li Kongreya Amerîka,li Senatoya Amerîkayê hene, tenê yên kurd tune.

Bi xêra Rûdawê ev xort xebateke bêhempa dike.

XXX

Parlamenterê îsraîlî Amit Halevî li ser êrîşên çeteyên Colanî û rewşa kurdan di meclîsa Îsraîl da axaftineke dilşewat kiriye.

fermo guhdarî bikin.

XXX

ev vîdeo çêkiribe malî, mala wan ava be. Li ser êrîşên hovên îslamî û liberxwedna şêr û şepalên kurdan vîdeoyeke mikemel e.

Bi her zimanî meriv kane parve bike.

Bişînin ji sîyasetmedarên welatê hûn lê ne.

XXX

Omer Farûk Baran li ser mîzaha Mahmûd Lewendî podcasteke pirxweş, heta muhteşem çêkiriye.

Mîzaha Mahmûd Lewendî jî muhteşem e, wek gezo ye, meriv ji tahma wê têr nabe. Lema jî podcasteke tam li gorî mîzaha Mahmûd Lewendî ye.

Temiya min lê guhdarî bikin, jê bêpar nemînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar