12 februari 2026

Kurd û medya kurdî gerek ji Kurdistana Rojava ra nebêjin "Rojava û bakurê rojhilatê Sûriyê"

Apociyan, PKK´ê, PYD´ê, HSD´ê navê Kurdistana Rojava kirin "ROJAVA, bakurê rojhilatê Sûriyê", kurdan jî, medyaya kurdî jî ev sansora wan qebûl kir û Kurdistan çû, ma "Rojava û bakurê rojhilatê Sûriyê"!

Êdî ewrûpî jî di axaftinên xwe da, di beyan û medya xwe da ji Kurdistana Rojava ra dibêjin "Rojava û bakurê rojhilatê Sûriyê"!
Sûcarên vê sansora navê Kurdistanê PYD´ye, HSD´ye, apocî ne, kurd in.
Mesela Rûdaw jî di weşanên xwe da gelek caran ya dibêje, ”Rojava” ya jî ”bakurê rojhilatê Sûriyê.”
Parlamenterên DEM Partiyê gişk dibêjin "Rojava"!
Kurdistan çû, ma Rojava ! Tirk û ereb jî viya dixwazin.

Yanî PKK´ê, PYD´ê û HSD´ê ji bo ku tirk û ereb neqeherin navê Kurdistanê guhertin, kirin Rojava û kurdan jî ev sansora wa nya li gorî dilê tirkan û ereban qebûl kir.
Navê welatê me êdî ne Kurdistan e, ROJAVA ye !
Xerabiyeke ji viya mezintir bi miletê kurd nayê kirin !
Ji bo ku em ji Kurdistana Bakur ra nebêjin ”başûrê rojhilat” me bi salan micadele kir, me got navê welatê me Kurdistan e, ne ”Rojhilat û başûrê rojhilat”e.
Em li dijî vê sansora tirkan derketin, me got ev irqçîtîye, dibê hûn navê welatê me înkar nekin.
Tirk, ji bo ku ji Kurdistana Başûr ra nebêjin Kurdistan, navê kirin ”bakurê Îraqê”.
Em li dij derketin, me tirk rexne kir, me got ”navê wira Kurdistana Federe ye, Kurdistana Başûr e, ne bakurê Îraqê ye”.
Lê gava apociyan, HSD´ê, PYD´ê û hevalên wan navê Kurdistana Rojava kirin ”ROJAVA” kesî dengê xwe nekir, her kesî qebûl kir.
Heta nuha bêyî min di medyayê da tu kes li dijî vê sansora apociyan a navê Kurdistana Rojava derneketiye.
Ez fêm nakim, meriv çawa navê welatê xwe diguhere?
Gava tirk navên coxrafiya me, navên gundên me, herêmên me, bajarên me diguherin em wan rexne dikin, lê apociyan navê Kurdistana Rojava ji bo ku tirk û ereb aciz nebin guhertin, kirin ROJAVA kesî dengê xwe nekir.

Ev skandaleke mezin e.
Qey tirk û ereb li dijî navê ”Rojava” jî derketin, ji bo wê jî HSD´ê, PYD´ê navê Rojava kirin ” bakur û Rojhilatê Sûriyê…”
Wek bakurê Îraqê û başûrê rojhilatê Tirkiyê.

Seroka berê ya Komîsyona Amerîkayê ya Azadiya Olî ya Navneteweyî (USCIRF) Nadîne Maenzayê jî gotiye, ”Kongreya Amerîkayê biryar daye, nabe kes êrişî bakur û rojhilatê Sûriyê bike û wê derê bi darê zorê dagir bike.”
Wek hûn dibînin êdî xelk jî ji Kurdistana Rojava ra dibêje”Bakur û Rojhilatê Sûriyê…”
Çimkî apociyan, PYD´ê, HSD´ê ev nav çêkirin. Xelk jî wî navê dibêje.

Navê ”Rojava” Kurdistana Rojava ye, ne Rojava ye, ne bakurê rojhilatê Sûriyê ye.”
Dibê em navê Kurdistanê jê navêjin. Ev sansoreke pir xerab e, tam li gorî dilê dijminên me ye. Ew naxwazin navê Kurdistanê bibihîzin.
Di axftinê da, di nivîsê da dibê em bibêjin Kurdistana Rojava, çimkî ew êdî welateke.

Ha te gotiye "Rojava", ha te gotiye bakurê Îraqê, başûrê rojhilatê Tirkiyê ferq nake, hersê jî sansora navê Kurdistanê ye. Dibê meriv vê sansorê bi şîdet rexne bike.

Rûdaw jî di weşanên xwe da dibêje ”Rojava, bakurê rojhilatê Sûriyê.”
Dibê Rûdaw û medya kurd bi tevayî dev ji vê sansora navê Kurdistanê berdin. Çawa ji Kurdistana Başûr ra nabêjin ”bakurê Îraqê” dibê ji Kurdistana Rojava ra jî nebêjin ”Rojava û bakurê rojhilatê Sûriyê”.
Yên navê welatê xwe biguherînin ji bo kurdan jî tu mafekî netewî naxwazin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar