11 februari 2026

Me îro xatir ji seyda Mihemed Emîn Bozarslan xwest


Şîna seyda Mihemed Emîn Bozarslan îro li Swêd, li bajarê Uppsalayê hat danîn. Ez û hevalê xwe yê wefadar Abid Dundar bi hev ra çûn.

Pir qelebalix bû, li ciyê şînê cî tunebû. Lema însan zû radibûn. Ji Kurdistannê, ji welatên din, ji gelek bajarên Swêd dost, meriv û hezkriyên seydayê hêja hatibûn şînê.

Seyda Mihemed Emîn di dilê her kurdî da, her kurdê da ciyekî wî yê pir mustesna heye. Ez kanim bi rehetî bibêjim kurdê ji wî hez nekike, kurdê hurmeteke mezin nîşanî wî nede tune ye.

Çimkî wî bi xebatên xwe yên di warê tarîx û edebîyata kurdî da pêşengî kiriye. 

Bi xêra berhemên wî yên wek Elîfbeya kurdî, çapkirina Şerfnameyê, Mem û Zînê, kovara Jînê, rojnameya Kurdistanê, Kurd Teavun ve Terakî Gazetesî, ferhenga kurdî kurdî, Tarîxa kurdên merwanî(Îbnul Ezraq)û bi dehan esarên din, kurdan edebîyata xwe, tarîxa xwe, kilasîkên xwe yên herî muhîm nas kirin. 

Rêber, mezin û ronakbîrên, edîbên di tarîtiya tarîxê da mabûn, hatibûn jibîrkirin, bi xêra wergerên wî, weşanên wî kurdan ew nas kirin.
Dûra gelek kesan li ser wan lêkolîn kirin, li ser wan roman, bîyografiyên wan nivîsîn. Ev giş bi xêra seyda Mihemed Emîn Bozarslan bû, ew bû pêşengê nifşên li pey xwe. Ji me ra, ji miletê xwe ra mîrateke pir mezin li pey xwe hîşt.
Bi çapkirina Şerfnamê, Mem û Zînê, Dîwana Melayê Cizîrî, rojnameya Kurdistanê, Jînê û yên din, him xezîneyek mezin diyarî miletê xwe û lêkolînerên kurd kir, him jî sîleyek baş avêt ji belka guhê neyarên me yên irqçî, faşîst da. Digotin tarîxa me, edebîyata me, zimanê me tune ye.

Di nava kurdan da alimê, lêkolîner û wergerên wek seydayê Mihemed Emîn Bozarslan kêm in. Bi erebî, farisî, osmanî, tirkî zanîbû. 

Lema jî bi rehetî xwe digîhand gelek çavkaniyan û kanîbû wan bixwîne, tercumeyî kurmancî û tikrî bike.
Helbet emê gişê bimrin, kesê nemir tuneye, seyda Mihemd Emîn 91 sal umir kir. 

Lê dîsa jî wefata wî ez pir xemgîn kirim, ew dêwekî tarîx û edebîyata kurdî ya kilasîk bû, ji pişta me çû, me zana, lêkolîner, wergêr û alimekî xwe yê pir mezin wenda kir.
Serê miletê kurd sax be…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar