Serokê HAMAS´ê Xalid Meşal neyartiya xwe ya bi kurdan ra daye der, gotiye, ”micadela kurdan projeyeke Îsraîl e, nasnameya Sûriyê ya erebî xeta me ya sor e.”
Berî her tiştî alîkariya Îsraîl ne sûc e, ne jî qebhet e, xwezî Îsraîl alîkariya me kiriba. Lê heta nuha nekiriye.
Xalid Meşal viya baş zane, lê ji ber ku neyarê miletê kurd e ruyê xwe reş kiriye, ev buhtan li kurdan kiriye.
Ji ber ku dijminatiya bi kurdan ra him ne talûkeye, him jî pere tê da heye, bi xêra dijminatiya bi kurdan ra meriv kane ji vir û ji wir çend qurişan bigire, çend hestiyan bikoje, lema Xalid Meşal jî cesaret kiriye gefê li kurdan bixwe û doza kurdan a rewa, azadiyê wek ”projeyeka Îsraîl” bi nav bike.Dijminên me, dagirkerên welatê me giş micadela me ya azadiyê, serxwebûnê bi virên wek yên Xalid Meşal îtham dikin. Alîkariya Îsraîl bûye benîştê devê gişand.
Çawa ku filistînî kî alîkariya wan bike nabljin na, eynî tişt mafê me ye jî. Em miletekî bindest in, em motajî alîkariyê ne. Amerîka, Îsraîl, kî alîkariya me bike mala wan ava be, emê qebûl bikin.
Ma Xalid Meşal ji her kesî alîkariyê nagire, heta bigihîje alîkariya nazîstan jî bi memnûnîyet qebûl dike.
Îsraîl tu zirar nedaye me, tu xerabî bi me nekirye. Îsraîl welatê me dagir nekiriye. Çima emê ji bo xatirê filistîniyan dijminatiyê bi Îsraîl ra bikin?
Dijminên me, dagirkerên welatê me diyarin, micadela me li hemberî wan e. Em ne li dijî tu dewleteke din in.
Lê baş bûye neyartiya xwe ya bi kurdan ra careke din eşkere kiriye. Ev gotinên Xalid Meşal ji bo min ne surprîz e, ez zanim ew merivekî neyarê miletê kurd e, xêr akurdan naxwaze.
Lê hin kurdên îslamî yên bûne şûrkêşên filistîniyan, ji bo filistîniyan xwe diçirînin bira bibînin bê Xalid Meşal çi meriv e.
Serokê Sûriya ew diparêze Colanî, Girên Golanê da Îsraîl, bi Îsraîl ra peymana hevkariyê, dostiyê îmze kir, Xalid Meşal îtîraz nake, lê êrîşî kurdan dike.
Xwezî Îsraîl piştgiriya kurdan bikira, lê nake, tenê piştgiriya devkî ye. Hewcedariya kurdan ji gotinê zêdetir, bi alîkariyên lojîstîk, dîplomatîk, madî heye.
Heta nuha Îsraîl alîkariyeke wiha bi kurdên Kurdistana Rojava ra nekiriye.
Helbet xalid Meşal jî viya zane, lê ji ber ku kara wî di van gotinan
da heye bayek ji ber serê xwe berdaye. Ji sponsorê xwe ra gotiye, mêze ez jî
antî kurd im…

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar