10 februari 2026

Rica min ji we navê Kurdistanê nekin ROJAVA !

Tirk ji bo ku navê Kurdistanê negrin devê xwe, ji Kurdistanê ra gotin ”Rojhilat, Başûrê Rojhilat…”

Yanî Kurdistan kirin ”Rojhilat û Başûrê Rojhilatê” Tirkiyê.
Hin siyasetmedar, rojnamevan, hin welatparên me jî ji Kurdistana Rojava ra bi israr dibêjin "Rojava" ! Birayên ezîz, çima hûn navê Kurdistanê SANSOR dikin ? We navê Kurdistanê kiriye "Bakur, Başûr, Rojava, Rojhilat" !
Sansora navê Kurdistanê ne rast e, dibê hûn bibêjin "Kurdistana Rojava."
Navê welatê xwe sansor mekin !

Ma kes ji Korê ra dibêje "Bakur û Başûr"?
Koreya Bakur û Koreya Başûr heye. Almanya Rojava û Almanya Rojhilat hebû.
Afrîqa Başûr heye, Afrîqa Bakur heye.
Amerîka Bakur heye, Amerîka Başûr heye.
Kurdistan jî wisa ye, nabe em navê Kurdistanê nebêjin, tenê bibêjin "Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat"!
Tirk ji bo ku nebêjin Kurdistan, dibêjin "Rojhilat, Başûrê Rojhilat."
Gelek siyasetmedarên kurd jî wek tirkan navê Kurdistanê sansor dikin. Ne xweş e, şerm e, navê Kurdistanê sansor mekin!
Rojava aliyekî coxrafiya Kurdistanê ye, ne navê wî erdî ye. Navê wir Kurdistana Rojava ye. 
Kurdistan di praktîkê da bûye 4 welat, ji bo wê jî rasttir e em bibêjin Kurdistana Rojava...
Bi zimanê biyanî "Rojava" Kurdistanê nayne bîra kesî. Rojava bakurê Sûriyê ye. Bi ya min hûn bibêjin "Kurdistana Sûriyê" ji gotina Rojava baştir e...

XXX

Di vê vê sar û sermayê da, di vê berfê da dikim herim ser diransaz. Xanima diransaz(dentîst) ewê diranekî min dagire. Çend kox di devê min da mane, hewil didim ew jî nekevin, ji kok da bêdiran nemînim.

Li welêt, di xortaniya xwe da min qet diranên xwe neduşuşt. Min firçe, mahcûn bi kar nedianî. Piştî hatim Swêd min dest bi firçekirina diranên xwe kir, lê ew jî dereng bû. Dema hatim Swêd belkî min 7-8 diranên xwe kişandibûn.

Li Swêd berê çûna ser diransaz(dentîst)pir biha bû. Îsal ji bo kal û pîrên di ser 67 salî ra reformeke baş kirin, erzan bû. Miayene, paqijkirin, fîlm ned ê ta, tiştên din pir erzan kirine.

Dagirtin, înplantad, kişandin, protez(taxim) bûye ji sedî deh(%10).
Xanima diransaz(misilaneka misrî bû)diranekî min dagirt, min 116 kron da. 116 kronê Swêd dike 11 Euro. Berê bûya herî kêm minê 110 Eura bida.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar