Min bi xemgîniyeke mezin bihîst seydayê hêja, dildarê kurd û Kurdistanê, xebatkarê zimanê kurdî yê bêhempa M. Emin Bozarslan li Swêd, li bajarê Uppsalayê wefat kiriye.
Bira serê zarokên wî, malbata wî û yê miletê kurd sax be.
Miletê kurd kurdperwerekî mezin, lêkolîner, werger, zimanzan û xebatkarekî
edebîyat û zimanê kurdî yê mezin wenda kir. Seydayê M. Emîn Bozarslan lêkolînerekî,
wergerekî, nivîskarekî pir îstîsna bû.
Seyda M. Emîn Bozarslan merivekî pir bi dûzan, bi pilan û program, di xebata
xwe da bi îstîkrar bû. Planên wî yên 5 salî, 10 salî, 20 salî hebûn.
Di sala 1978´a da hat Swêd, ji wê rojê heta roja wefata xwe ji bo gelê xwe, tarîxa kurdî û zimanê kurdî xebateke bêhempa kir, bi dehan kovar û kitêbên di tarîtiya tarîxê da mabûn derxistin ronaihiyê, tercume kirin û diyarî miletê xwe kir.
Bi sedan ronakbîrên me ew ji bîr kiribûn bi me dan nasîn.
Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî, Mem Û Zîna Ehmedê Xanî, kovara Jîn, rojnameya Kurdistanê û gelek berhemên din transkirîbeyî tîpên latînî, kurmancî kirin.
Bi sedan çîrok û metelok top kirin, wek kitêb weşandin.
Ferhengeke kurmancî 4 cild weşand. Berhemên wî pir in.
Min seydayê Mehmet Emîn Bozarslan cara pêşî, ez dibêjim ewê sala 1974-75 be(sal baş nayê bîra min) li Stenbolê, li Weşanxana Alî Bucak, KORAL Yayin Evîyê dît.
Ez û hemşeriyê min Omer Ozsokmenler li Weşanxana Koralê bûn. Alî Bucak çûbû çapxanê(matbaayê.)
Camêrekî kinik, qatik kincê hişin lê, çakêtê wê bişkok kirî, çentakî reşî biçûk di bin çengan da ket hundur, li Alî Bucak pirsî.
Bi nezaket silav da me, bi tirkî got:
-Alî beg li ku ye?
Omer Ozsokmenler got.
Çûye çapxanê.
Got:
-Dema hat, jê ra bibêjin, Mehmet Emîn hat li te pirsî.
Omer Ozsokmenler got:
-Dibe, dema hat ezê jê ra bibêjim.
Jê ra negot rûne. Samîmîyet nîşanî wî neda. Tenê got, dema hat ezê jê ra bibêjim.
Piştî ew çû, Omer ji min ra got:
-Tu zanî ew kî bû?
Min got, ”na”.
Got, ew Mehmemet Emîn Bozarslan bû.
Dema wer got, hema min ji ciyê xwe baz da derve, da dû wî. Lê bîna(xana îş) çend qat bû, centrûmeke mezin bû, bi sedan dikan û mixaze tê da habûn. Min nizanîbû bi kîjan alî da çû. Min vir da, wê da baz da min ew nedît.
Ez pir li ber ketim. Min dixwest wî bibînim, bi destê wî bigrim. Min kitêba wî Elîfbeya Kurdî û çend kitêbên wî yên bi tirkî xwendibûn. Min pir jê hez dikir.
Ez bi Omer da xeyidîm, min got, çima te negot ew M. Emîn Bozarslan e?
Weşanxana Koralê Mem û Zîn, belkî Qimil jî çap kir. Qey ji bo karê çapê dixwest bi Alî Bûcak ra bipeyive.
Dûra piştî ez hatim Swêdê me hevdu nas kir, em bûn dostên hev.
Piştî wefata xanima wî, ez û çend heval çûn sersaxiya wî. Min jê ra qala wê meselê kir, baş hat bîra wî. Hafizeya wî pir xurt bû.
Wê salê li Amedê, li Mala Dengbêjan em bi telefonê bi hev ra peyivîn. Hemşerîyekî wî telefonî wî kir, got Zinarê xamo li vir e.
Gorra wî bihuşt be. Ji erebî, farisî, osmanî gelek weregerên hêja diyarî kitêbxaneya kurdî kir. Ji pişta miletê kurd çû.
Seydayê Mihemed Emîn Bozarslan 91 salî bû, di sala 1934´a da li qeza Diyarbekrê, li Licê hatibû dinyayê.
Çend numûne ji berhemên wî:
Şerefname – Kürt Tarihi / Şeref Han (Wergêra Tirkî: M. Emîn
Bozarslan, çapa 1, 1971 Stenbol; çapa 2, Weşanên Deng, 1998 Stenbol);
Jîn-Cilda Yekemîn (Kovara Kurdî-Tîrkî / wergêr jî tîpên Erebî bo tîpên Latînî:
M. Emîn Bozarslan, çapa 1, 1985 Swêd);
Jîn-Cilda Duyemîn (Kovara Kurdî-Tîrkî / wergêr jî tîpên Erebî bo tîpên Latînî:
M. Emîn Bozarslan, çapa 1, 1985 Swêd);
Jîn-Cilda Sêyemîn (Kovara Kurdî-Tîrkî / wergêr jî tîpên Erebî bo tîpên Latînî:
M. Emîn Bozarslan, çapa 1, 1986 Swêd);
Jîn-Cilda Çaremîn (Kovara Kurdî-Tîrkî / wergêr jî tîpên Erebî bo tîpên Latînî:
M. Emîn Bozarslan, çapa 1, 1987 Swêd);
Jîn-Cilda Pêncemîn (Kovara Kurdî-Tîrkî / wergêr jî tîpên Erebî bo tîpên Latînî:
M. Emîn Bozarslan, çapa 1, 1988 Swêd);
Şîna seyda Mehmed Emin Bozaslan ewê li Uppsala çêbibe. Edres
wiha ye:
Stabby Prästgård
Staby backe 1 Uppsala
Tarîx: 11ê Sibatê(11/2-26)
Seet: 13.00 – 16.00

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar