Îsal zivistana Swêd a van herdu mehên salê ên pêşîn pir kişand. Ji serê salê da ye berf li erdê ye, sermayeke pir heye. Li gorî texmîna meteorologan serma, berf heta dawiya sibatê ewê dom bike.
Stockholm dîsa baş e, serma vêsê 11-12 derece di binê sifirê da bû, nuha -5∘C
derece ye.
Bakurê Swêd pir sar e, milet perîşan e, her roj herî kêm 20 derece sar e.
Meteorolog dibêjin ji 130 salî vir da ye cara pêşî ye ev herdu mehên pêşî yên salê bênabên hewqasî
sar dibin.
Xupe xupa çemê Wêranşarê(Curcub). Ji zû da ye miçiqî bû. Avên ji Qerejdaxên
digihîştinê giş miçiqîn. Lê îsal hêc bûye, hatiye ser qeysa xwe ya salên berê.
Her dera Qerejdaxê bûye gol, him berfeke zêde barîye, him jî baran. Lema kanî,
çem, golên miçiqî bûn îsal gişk teqiyane, gişk tije av bûne.
Ez werim ser serma Stockholmê.
Sar, ne sar ez miheqeq derdikevim herî kêm 5-6 km, carnan zêde dimeşim. Min îro
jî wer kir
Xanim bi min ra nehat. Got ji tozê ez dikim bifetisim, dibê ez ez hundur pak
bikim. Min got tu bi kêfa xwe yî.
Bi rastî jî pir sar bû, dibêjin 5 derece
sar e, lê ji ber ku hinekî ba heye, sartir bû.
Berê nigên min û destên min pir dicemidîn, min îsal potîneke Ecco a zivistanê
kirî. Min kêf kiriyê. Lepikê min jî yê swêdiyên bakur e, germ e. Yanî hewa
çiqasî sar be jî kanim herim, bimeşim; bedena min germ e.
XXX
Çend sal berê serok û siyasetmedarên Xerbî gelekî pesnê
wêrekî, qehremanîyên şervanên kurd li hemberî çeteyên Daîşê dan, lê nuha li
Sûriyê dev ji vê retorîka xwe berdane, vê carê Colaniyê berê terorîst bû bûye
mitefikê wan.
Li êrîşên çeteyên Daîşê yên navên xwe kirina artêşa Sûriyê
temaşe dikin.
Ji kurdan ra dibêjin gerek hûn xwe teslîmî van îslamîstên
hov, yên bayê medeniyetê, demokrasiyê bi serên wan neketiye bikin. Berê HSD
mitefikê wan bû, nuha Colanî û çeteyên wî bûne mitefikên wan.
Welatê me perçe kirin, em kirin bindest. Sed sal e me
dixapînin, destegek ji dil, bi temamî nadin me.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar