08 februari 2026

Rismekî 50 sal berê


Emer Farûk Baran bîstek berê ev rismê minî 50 sal berê ji min ra şand.

Risim(fotograf)li Swêregê, li Qahwa Qoço hatiye girtin. Xwezî min navê hevalan gişan bizanîbûya. Yên wan nas dikin kanin navên wan binivîsin.
Xatirayeke pir xweş e, vê sibê, di van rojên xembar da gelkî dilşa bûm.
Mala camêr ava be. Emer Faruk Baran tim tiştên xweş dibîne, tiştên baş dike.

Ev foto di kitêba bîranînên Keya Îzol da heye. Ez bawer dikim Keya Îzol ev risim girtiye. Ew ji Swêd hatibû, makîna wî hebû. Wê demê wek nuha di bêrîka her kesî da telefoneke bi kamara tunebû. Lema fotografên 50-60 sal berê pir kêm in.
Ev foto li ba min jî heye, ez ne şaş bim min parve kiriye. Lê min nizanîbû sal 1976 e. 50 sal umrekî dirêj e, lê pir zû, bi bayê bezê derbas bû.
Ez yê bi berçavka reş, li hember xortan rûniştî me.


Umrê me jî wek yê bav û kalên me bi revê, sirgûniyê, di hefsan da, di bindestiyê da, bi kul û derdan derbas bû.
Sebebê vê perîşaniya me tirk in, dibê em wan tu carî efû nekin. Tirkan pir zulm li me kirine, pir bi me dane kişandin, hîn jî ji zulam xwe têr nebûne. 

Nuha jî bela xwe ji Kurdên Kurdistana Rojava venakin. Çeteyên îslamî dajon ser kurdan, malên wan talan dikin, kîjan kurdê digrin bi hovane dikujin. Yê vê hovîtiyê bi ereban didin kirin tirk in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar