08 februari 2026

Sebebê em nikanin komyonên alîkariyê ji Sirûcê derbasî Kobanê bikin bindestîya me ye

Kobanê sê hefte ne di dorpêça çeteyên hukûmeta Colanî da ye. Bi hezaran însan ji gundan ji ber êrîşên çeteyan revîna nava bajêr. Nan, kêm e, av kêm, elektirîk tune ye, derman tune ye. Gazî û hawara milet. Nabêna Sircê û Kobanê çensed gav in, lê dîsa jî kurd nikanin herin hwara birayên xwe. Alîkariyê dişînin dewlet nahêle, dibêjin teslîme bikin.

Ji Kurdistana Başûr gelek alîkarî gihîşt Qamîşloyê, Kobanê. Lê kurdên Kurdistana Bakur nikanin pariyek nan, çend pakêt şîrê zarokan ji Sirûcê derbasî Kobanê bikin. Çimkî em bindest in, dewleta tirkan nahêle. 

Heger kurdên Kurdistana Bakur jî wek kurdên Kurdistana Başûr azad bûna ewê kanîbûna bi rehetî alîkarîya birayên xwe bikin.
Miletê dewleta wî tunebe bindest e, kole ye. Merivê bindest, kole ne xwedî biryar e, ne xwedî îrade ye, nikane ji Sirûcê kamyonek alîkarî derbasî Kobanê bike.
Lê bi milyonan kurd hîn jî ev rastî fêm nekirine, hîn jî dewletê, azadiya miletê xwe, serxwebûnê naxwazin, dane dû demagojiyên, hin derew-merewên Evdila Ocalanê bûye delalê ber dilê Devlet Bahçeliyê neyarê qewmê kurd.
Dewlet Bahçelî partiya Evdila Ocalan, hemû hevalên wî terorîst dibîne, dixwaze koka wan biqelîne, dibêje emê Tirkiyê ji terorê xelas bikin, lê serokê PKK´ê Evdila Ocalan terorîst nabîne, li hemberî wî bi hurmet dipeyive. Ev yek hevalên Evdila Ocalan nerehet nake, jê dûr naxîne. Û tiştê herî ecêb hîn jî bi hezaran kesên hêviyekê ji Evdila Ocalan dikin hene.

XXX

Vê nivîsa Prof. Abdulah Kiran miheqeq bixwînin. Bi taybetî jî her siyasetmedar, her ronakbîrê kurd, her kurdê li Ewrûpayê ji bo azadiya miletê xwe dixebite dibê li ser rexne, gazin, pêşniyarên Prof. Abdulah Kiran ên di vê nivîsê da bifkire.

Di xebata siyasî da dibê meriv şiyar be.

Prof. Abdulah Kiran rast gotiye, xebata kurdan a li Amerîkayê li gorî ya Ewrûpayê pir zeîf e, me Amerîka pir îhmal kiriye. Dibê serokên me, siyasetmedarên me vê îhmala xwe di demeke nêz da telafî bikin, giraniyeke mezin bidin xebata Amerîkayê. Dibê lobîîstên me yên jêhatî hebin. Sermîyandarên me dibê giraniyê bidin Amerîkayê.

Dibê em ji xebatên dîplomatîk yên cihûyan, yên êrmeniyan dersê bigirin.

XXX

Robîn Reshwan gotiye, "Rêberên Kurdên Rojava Guh Nadin Nêrîn û Rexneyên Pisporên Kurd. Belku ewê girîngi bidin gotinen John Bolton. John Bolton şêwirmendê Trump Trump yê berê bû!"

Bolton tiştên pir muhîm dibêje...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar