Camêrekî bi navê Azîz Yagan di platforma X´ê da gotiye, ”heger meriv îbranî wek numûne bigire dest, miletê asîmîle bibe ji tarîxê paqij dibe dîtineke ne rast e, şaş e.”
Numûneya cihûyan ji bo me kurdan şaş e, rewşa me û cihûyan ji hev pir cuda ye.
Yê cihûyan(yahûdiyan)dînê wan, sînanoga wan ew parastin, nehîşt ew di nava miletên din da bihelin.
Yê kurd ji helandinê, ji tirkbûnê parastiye ne dînê wan e, zimanê wan e, hebûna zimanê wan nehîştiye ew bihelin, bibin tirk, ereb û faris.
Heger ziman here, ewê bibin tirk, ereb û faris. Ev sedîsed e. Ne hewce ye meriv bi munecîm be. Dibê em xwe nexapînin.
Riyeke tenê ya xweparastina ji asîmîlasyonê heye, ew jî dibê em bi zarokên xwe ra kurdî bipeyivin, zarokên xwe bi tirkî mezin nekin. dibê zimanê me yê malê miheqeq kurmancî, zazakî be.
Heger zimanê me yê malê bibe tirkî, sedîsed em dibin tirk; tirkên bi eslê xwe kurd in.
Di vê sed sala dawî da bi milyonan kurd ji bo ku di nava tirkan
da asîmîle bûn, ji zimanê xwe qut bûn, bûn tirk. Tu kes nikane wan vegerîne.
Lê kurdên Konyayê û yên hin bajarên din ên Tirkiyê ji bo ku asîmîle nebûn, kurdîya xwe parastin nebûn tirk.
Heger kurdên Konyayê asîmîle bûbana heta nuha kurd nediman, ji zû da bûbûn
tirk.
Bi sedhezaran kurd li Urdunê, li Lubnanê, li Misrê ji ber ku asîmîle bûn,
heliyan, bûn ereb.
Li Tirkiyê, li Kurdistana Bakur jî eynî aqûbet li pêşiya me ye, heger em wek milet asîmîle
bibin, piştî 3,4 çar nifşên din emê bibin tirkên esilkurd, tirkên bi bav û kalên wan kurd
bûn.
Yê cihûyan dînê wan ew ji helandinê parastin, ew cihû hîştin, yê me kurdan jî zimanê me heta nuha em parastine. Heger em zarokên xwe bi kurdî mezin nekin, piştî 3,4 nifşê din emê bibin tirkên esîlkurd. Jixwe çend milyon ji nuha da bûne tirk.
Çimkî gava ziman here, edebîyat, muzîk, tîyatro, sînema kurdî jî namîne. Yanî her tiştê miletekî di warê edebî, kulturî da ji miletên din cihê dike namîne. Miletek dihele, dibe miletekî din. Di tarîxê da, di nava tirk û ereban da gelek milet heliyane, bûne tirk û ereb.
XXX
Erebên Daîşê paytexta Kurdistanê jî kirine Şam. Heta ev îdeolojîya har pûç nebe ji kurdan ra, ji miletên misilman ra rehetî tuneye. Vana wek gurên har in, bêyî kesên wek xwe dixwazin her fikrê, her baweiriyê, her dînî ji ortê rakin. Neyarên azadiyê ne.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar