06 februari 2026

Armanca gişan yek e, dibê kurd li tu perçê Kurdistanê azad nebin

Tirkên irqçî, faşîst, dîndar, rast, çep, komunîst ne ji ber îdeolojiyên xwe li dijî dewleteke kurdî, azadî û serxwebûna miletê kurd in. Tiştê wan ê mişterek, hevpar antîkurdbûna wan e, naxwazin kurd bibin xwedî dewlet. 

Fikrê wan, îdeolojiya wan çi be jî hemû li dijî serxwebûna miletê kurd in.Nxwazin kurd li tu berşekî Kurdistanê azad bibin.

Lema hinekên wan dîn, hinekên wan îdeolojiya çepîtiyê, komînstiyê ji irqçîtiya xwe ra, ji antîkurdîya xwe ra dikin maske.

Tirk, fikrê wan, îdeolojiya wan ji hevdu çiqasî cihê be jî li hemberî kurdan dibin mitefikên hev. 
Ji bo wê ye li Tirkiyê partiyeke, hêzeke destegê dide serxwebûna kurdên Kurdistana Rojava ya jî federasyona bi ereban ra diparêze tune ye.

Lê em kurdên ji fikrên cuda ji bo azadî û serxwebûna xwe nayên ba hev, nikanin bi hev ra cepheyeke netewî ava bikin.
Li Tirkiyê ji partiyên faşîst bigire, heta bi yên îslamî, sosyaldemokrat, çep û komunîst, di nava her pariyê da kurd hene. Bi tirkan ra li dijî azadiya miletê xwe ne.
Tirkan bi bindestiya salên dirêj gelek kurd helandine, bêşexsîyet kirine, bûne neyarên qewmê xwe.
Yekî wek Garîp Ensarîoglu li Amedê, li ser alîkariya kurdan şandibûn Kobanê, ji deriyê Sûricê paş da vegeriandibûn peyivîye, gotiye, ew ”şoeveke siyasî bû”.
Gotiye alîkariya hûn top dikin bidin AFAD´ê, Kizilaya Tirk, ewê bibin Kobanê.
Baş e, bira ya wan şov be, çima AFAD û Kizilaya te alîkariyê nabe ji Kobanê ra?
Tu dibêjî li ku dera dinyayê felaketek çêdibe AFAD û Kizilay tavilê alîkariyê dibe. Kobanê ji Sirûcê hezar mîtro ye, hukûmeta tu bûyî zilamê wê, ne dihêle kurd alîkariyê bibin, ne jî ew bi xwe dikin.
Kê bi bi destê AFAD´ê û Kizilayê girtiye, bira herin Kobanê.
Lê derew e, çimkî hukûmeta te jî, dewleta te jî neyarê vî miletî ye, dixwaze kurd ji birçîna bimrin û tu jî bi bêşermî vê neyartiya Tirkiyê diparêzî.

XXX

Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed xanim bi serokên kurd, bi berpirsiyarên dewletan ra rûdinin, rismên wan di medyayê da belav dibin. Civîn çêdibin, risim belav dibin, lê îcraat tuneye, gund û malên kurdan li Kobanê ji alî çeteyên hukûmeta Şamê va talan dibin.

Piştî ku hûn nikanin talana gund û malên kurdan bisekinînin civînên we, hevdîtinên we gişk BOŞ û vala ne.

Dorpêça, hesara li ser Kobanê rakin, herin hawara Kobanê. Milet li Kobanê perîşan e.

Ma di peymana HSD´ê û Colanî da berdewamiya hesara Kobanê, talana gund û malên Kobanê jî heye?

XXX

Fermo bixwînin. Gêlo Îsa dibêje 100 gundên Kobanê ketine destên çeteyên hukûmeta Colanî. Çete malên kurdan talan dikin. Bi hezaran gundî koçî Kobanê kirine.

Yên bi Colanî ra peyman îmze kirine çawa li vê talana malên kurdan temaşe dikin?

Çima midaxele nakin, çima hesabê vê talana malên kurdan ji Colanî napirsin?

Çima bi gewriya Tom Barrack û Fransayê nagirin û midaxeleya wan naxwazin?

Xwedêgiravî peyman îmzekirin ji bo ku şer raweste û malên kurdan talan nebin. Lê wa ye ne şer rawestiya ye, ne jî talana gund û malên sekinî ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar