05 februari 2026

Xwe ji minaqeşeyên bêfeyde û bi zirar dûr xînin !

Li peymana di nabêna HSD´ê û hukûmeta Şamê da hatiye îmzekirin dîtinên cuda hene.

Hin kes peymanê diparêzin, dibêjin, erê peymaneka ne baş e, lê HSD, PYD mecbûr bûn peymanê qebûl bikin. Heger qebûl nekirana ewê şer dom bikira, dawî ewê ji kurdan ra xerabtir bûya, kurd ewê bêtir li zirarê derketana.
Hin kes jî li dijî vê dîtinê derdikevin, peymanê rexne dikin, dibêjin ev teslîmbûn e, gerek HSD´ê peyman bi vî hawî îmze nekira.

Di peymanê da statuyeke kurdan nehatiye qebûlkirin, kurdî nebûye zimanê resmî, vegera kurdên Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Sipî ne diyar e. Tenê şer sekinî ye, lê kurdan tu mafekî netewî bi dest nexistiye.

Dibê HSD´ê hinekî din li ber xwe bida. Li her çar perçê Kurdistanê û li dîasporayê kurd rabûbûn ser nigan, bi şev û roj li qadan bû. Vê serîhildana kurdan ya netewî tesîreke mezin li dinyayê kir. 

Şêla Amerîkayê, Fransayê û dinyayê hêdî hêdî diguherî. Heger kurdan ev peyman qebûl nekira, hinekî din jî li ber xwe bidana ewê peymaneka hîn baştir bi ereban bidana qebûlkirin.

Ez bi xwe jî dibêjim gerek HSD´ê ev peyman îmze nekira.
Yanî li ser peymana di nabêna hukûmeta Şamê û HSD´ê da hatiye îmzekirin gelek fikir û dîtinên cuda hene. 

Helbet ev tiştekî pir normal e. Lê tiştê ne normal di rexneyên xwe da kurd pir hevdu diêşînin, gotinên pir giran, ne xweş ji hev ra dibêjin.

Ez rexne û minaqaşeyên bi vî rengî şaş dibînim û tu carî tevê nabim.
Bi ya min dibê meriv fikrê xwe, raya xwe bibêje, lê nekeve gewriya xelkê. 

Tu feydeya minaqaşeyên bi vî rengî tune ye. Kes bi rexneyekê cepheya xwe, hevalên xwe, fikrê xwe naguhere. Em ne mecbûr in hevdu îqna bikin. Fikrê xwe bibêje, bi rengekî medenî rexneya xwe bike û nekeve gewriya kesên din.

Bi hin kesên bêedeb ra, yên devbelaş ra meriv nekeve gewriya hev baştir e.
Çimkî minaqaşeyên bi vî rengî him netîceyeke pozîtîf bi xwe ra nayne, him jî meriv bêhuzûr dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar