Newroza miletê kurd ji dil û can pîroz dikim !
Îsal Cejna Remezanê û Cejna Newrozê bi rojek nabên ketin ser hev.
Do roja pêşî ya Cejna Remezanê bû, îro jî cejna me ya
netewî NEWROZ e.
Îsal gelê me Newrozê di demeke pir zor û zahmet da pîroz dike. Çarhawêlî me şer e. Şerê Îranê û Amerîka û Îsraîl di me jî gerîya ye, Îran û çeteyên wê her roj fuzeyan davêjin ji Hewlêrê, ji Silêmaniyê û ji gelek herêmên din da.
Lê wer xuya dike mele teslîm nabin, ewê li ber xwe bidin. Ji bo şer haziriyên pir mezin kirine. Di destê wan da fuzeyên balîstîk yên menzîldirêj pir in.
Herdu cejnên we jî pîroz be.
Bi hêviya em vê biharê rojên xweş û dilşa bibînin.
XXX
Tirkan ji Balakanan, ji Kafkasan, ji Îran û Îraqê însan
anîn, miletekî wek buxçeyeke 77 pîneyî bi hev va zeliqandin.
Lê problem kultureke wan, folkloreke wan a netewî, tarîxeke
wan mişterek tuneye.
Ji ber ku tiştekî wan tuneye, dilê wan dibije kultur,
folklor û cejna me ya netewî NEWROZ´ê.
Serokê ÎYÎ Partiyê Musavat Dervîşogluyê mahcirê Balkanî
gotiye, ”Emê Newroza cejna tirkan ya herî mezin e pîroz bikin…”
Berde binê te erd e. Kurro bi derewên wiha Newroz nabe ya
tirkan. Mahcir û pêsekiniyên Osmanîyan tu carî Newroz pîroz nekirine. Ji bo ku
Newroz bibe cejneke we, dibê mîtolojiyeke wê hebe. Li ba we ew tuneye.
Hûn miletekî sentetîk in, lema cejneke we ya netewî tune ye.
XXX
Serokê MHP´ê Devlet Bahçeliyê pantirkîst û antî-kurd dîsa
fortek daye xwe, gotiye, ”piştî cêjnê ji bo avakirina Tirkiyeke nuh û bi hêz
ewê gavên girîng werin avêtin.”
Serê salekê ye vir da û wê da çerx dikin, rast û çep lêdixin, dibêjin emê gavên girîng bavêjin. Ez bawer nakim hûn ji bo kurdan tu gav mavan bavêjin, dawiya virên we nay. Lê cejn sê roj in, emê li bende wê bin jî.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar