Serokê Amerîkayê Donald Trump beyanên sistopisto, yên li dijî hev dide. Fena ku dixwaze şerê Îranê nîvçe, meleyan birîndar bihêle. Heger wiha bike pir şaş e, talûkeyeke mezin e. Marê birîndar ji yê nebirîndar talûketir e.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser şerê Îranê beyanên
sistopisto dide, rojê tiştekî dibêje. Destpêkê got hedefa wan xistina rejîma meleyên Îranê ye.
Do
gotiye, di şerê li dijî Îranê da ew gelkî nêzikî hedefa xwe bûne, lema jî ”ew
li ser dawîanîna operasyonê difikirin.”
donald Trump carnan wiha difikire, carnan jî dema zorê dibîne dev ji vê fikrê berdide, dixwaze bi îranê ra li hev bike. Lema do got, em dixwazin bi Îranê ra bipeyivin, lê kesên em pê ra bipeyivin nemaye...
Heger rejîma meleyan nexînin, meleyan birîndar, nîvkuştî bihêlin him pir şaş e, him jî ji bo herêmê û dinyayê pir talûke ye.
Erê rejîmê derbên mezin xwarine, zeîf bûye, lê kapasîta wê ya şer ji texmînan pir mezintir e. Meleyan ji bona şer, ji bona tunekirina Îsraîl, qirkirina yahûdiyan haziriyên pir mezin kirine.
Li gorî rapora rojnameya Wall Street Journalê (WSJ) ya Amerîkayê, Îranê du fuzeyên balîstîk avêtine ji baregeha leşkerî ya Diego Garciayê da. Barageha Dîego Garcîa ya Amerîkayê 4 hezar km dûrî Îranê ye.
Ev jî nîşan dide Îranê fuzeyên balîstîk yên menzîldirêj
çêkirine û ev yek ji dinyayê veşartiye.
Heger Amerîka şer rawestîne tê maneya têkçûna Amerîkayê û serketina Îranê. Ji
bo rehetiya dinyayê gerek rejîma meleyên Îranê miheqeq bikeve. Heger nekeve ewê
bêtir har û êrîşkar bibe.
Di vê şêla Donald Trump ya dudil, sistopisto da rola NATO´yê û Yekîtiya
Ewrûpayê, bi taybetî jî ya Fransayê, Îngilîstanê, Almanyê, Îspanyayê pir muhîm
e.
NATO û Yekîtiya Ewrûpayê Amerîka bi tenê hîştin, şerê Îranê red kirin. Vê
yekê liberxwedana Îranê zêde kir.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar