20 mars 2026

Hin dîndarên me dixwazin kurd bibin hevalên celadên xwe

Hin dîndarên me dixwazin kurd piştgiriya dagirkerên welatê xwe, piştgiriya celadên xwe bikin, ji bo meleyên Îranê, Îsraîl û Amerîkayê protesto bikin.

Heger piçek ûjdan, exlaq bi meriv ra hebe meriv ji kurdan ra nabêje bibin hevalê celadên zarokên xwe.

Meleyên Îranê di 47 salên hukumdariya xwe da bi hezaran kurd îdam kirine, gulebaran kirine. Bi hezaran xistine zindanan.

Ji miletekî hewqasî marûzî zulmê, terorê, îşkenê û qetlîamê bûye xwestina piştgiriya meleyên Îranê bêûjdanî û bêexlaqiyeke mezin e. 

Bi meriv ra aqil, xîret, heysîyet hebe meriv nabe hevalê dagirkerê welatêxwe, nabe hevalê celadên xwe...

Hin dîndarên bûne berdevk û hevalên neyar dibêjin dibêjin ”şerê Îranê û Amerîkayê û Îsraîl şerekî îslamê û kufrê ye”, gerek kurd nebin hevalê kufrê, gerek destegê bidin Îranê.

Meleyên Îranê ji bona berjewendiyên xwe bi îblîs ra jî hevkariyê dikin. Ji Rûsyayê, Çînê û welatên Ewrûpayê bigire, heta bi Hindistanê û bi Korê ra, welatê Îran pê ra tîcaretê, hevkariyê neke, jê sîlehan, teknîkê nekire tune ye.

Baş e navê vê tifaq û hevkariya Îranê çi ye?

Çima tifaqa, hevkariya, tîcareta Îranê bi kafiran ra normal e, çima ewê ya kurdan kufur be?
Mafê kurda ye li gorî berjewendiyên xwe hereket bikin, li gorî wê tifaqan bikin. 

Hûn hevkariya Îranê bi her dewletê ra normal û mubah dibînin, lê ji şerê wê Amerîkayê û Îsraîl ra dibêjin "şerê îslamê û kufrê."

Hûn zexeliyê, durûtiyê, bêexlaqiyê dikin. Wek kurd hûn pir bêxîretiyê dikin, çimkî hûn bûne hevalên dijminên miletê xwe, hevalên celadên miletê xwe û hûn dixwazin kurdên din jî weke we bibin hevalên neyarên xwe, hevalên celadên ewladên xwe.

Hûn dîn û îslamê ji bêexlaqiya xwe ra, ji xiyaneta xwe ra dikin maske, bi navê îslamê hûn dixwazin kurdan bixapînin, bikin hevalên celadên xwe.
Tiştekî pir ecêb e, dîndarên ereban, tirkan û farisan nabin hevalên me kurdan, piştgiriya azadiya me, serxwebûna me nakin. Tenê dîndarên kurd dibin hevalên dagirkerên welatê xwe. Dîndarên me, îslamîstên me çima hewqasî bêxîret dibin ez fêm nakim !

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar