Li Îranê meleyên bûne celadên gelên Îranê di vê herba giran da jî dev ji celadiya xwe bernadin, dîsa 3 xort li bajarê Qûmê li ber çavên milet îdam kirine.
Di van rojên giran da jî nabênê nadin çerxa xwe ya celadiyê.
Hovîtiya xwe, sadîzma xwe wek fîlmekî, wek tîyatroyekê, wek şahiyekê nîşanî
milet didin. Bi vê sadîzma xwe însanan çavtirsiyayî dikin.
Gelên Îranê, kurd, faris, azerî, belûc, ereb û dinya dibê ji vê rejîm celadan
xelas bibe.
Dibê meriv hewqasî
jî zalim nebe. Kî vê rejîma 47 sal in bi dehhezaran însan, bi piranî jî kurd îdam kirine, kuştine bixîne baş dike, dibê meriv malavayiyê lê bike.
Navên hersê xortên hatine îdamkirin, Mehdî Qasimî, Salih Mihemedî û Seîd Dawûdî ye.
Do îraniyekî hemwelatiyê Swêd jî, yekî 60 salî ye îdam kirine. Wezîra karên derve ya Swêd Maria Malmer Stenergard got, me çi kir jî me nikanîbû îdam bisekinanda.
XXX
Dinya hatiye nuxteyeke hewqasî xerab, êdî merivên zana, baqil ji bo ku dilê cahilan, ehmeqan, kêmaqilan nehêlin, wan ji xwe nexeyidînin devê xwe digrin, fikrê xwe nabêjin. Cahil û kêmaqil jî zimandirêjiyê dikin, zêdetir cesûr hereket dikin.
XXX
Kurd êdî ji şelafiya tirkan ra dibêjin bes, STOP û alaKurdistanê hil didin.
Newroz dibê bê vê coşê û bi van sembolan were pîrozkirin, ne
bi nutqên tirkî yên dirêj û ne li ber sitranên tirkî...
XXX
Li gorî nûçeya Kanala 14 ya Îsraîl, serokê îranê Mesûd Pizeşkiyan
difikire îstifa bike.
Li gorî îdîa kanala 14, Pizişkiyan ji kesên nêzî xwe ra
gotiye:
"Ew nahêlin ez tiştekî bikim, wan ez ji biryarên leşkerî
û sitratejîk dûr xistime. Nahêlin ez bi Rêberê Bilind Mucteba Xamineyî ra
bipeyivim, ez xwe bêkêr hîs dikim."
Heger îdîa telewîzyonê rast be meleyên mane bi hev ketine.
Pizişkîyan xwedêgiravî serokê Îranê ye, lê ne li pîyasî xuya
dike, ne jî deng ji kozika wî tê. Wer xuya dike pasdaran îdera girtine destê
xwe, nahêlin Pizişkîyan devê xwe veke.
Ji bo ku rejîm bikeve û milet biwêribe serî hilde dibê
pasdar û leşker baş werin baskokirin.
2026-03-18
XXX
Li ser zarê berpirsiyarekî Îranê, xwedêgiravî serokê Îranê
Mucteba Xamineyîyê ne sax e, ne mirî ye gotiye, du welatên navbeynkar pîşniyareka
aştiyê jê ra anîne, lê Mucteba Xamineyî pêşniyar red kiriye, gotiye:
"Heta em Amerîkayê û Îsraîlê bi çongan ve nexin erdê,
heta ew têkçûna xwe qebûl nekin û qerebûyê(tazmînatê) nedin aştî ne mimkûn e.”
Biçirrîne, fort ne bi pera ye. Hela carê saxiya xwe îspat
bike, biwêre xwe nîşan bide, dûra van fêrtên vala bide xwe.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar