Tirkan Kurdistana Rojava fetisandin, nehîştin kurd veqetin ya jî Sûrî bibe dewleteke federal, nuha jî bûne notirvanê, bekçiyên Îranê, ketine telaşa perçebûna Îranê.
Vê carê jî dibêjin gerek Îran perçe nebe, ji bo ku kurd azad nebin.
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk, gef li Partiyên kurd xwariye, gotiye:
“PJAK û Komale xwe nêzî Îsraîl dikin. Divê em cudahiyekê têxin navbera birayên
xwe yên kurdên Îranê û ewên dibêjin em nûnerên kurdan in, lê bi derdorên
Sîyonîst ra di nav pêwendiyan da ne.
Birayên me yên kurdên li wir, bi sedsalan e bi esaleta xwe
kultura xwe diparêzin û nakevin nav lîstikên wiha.
Em dizanin Îsraîl li herêmê zextê li hinek aliyan dike ji bo
ku li dijî Îranê çalakiyan bikin. Ev yek, dubarekirina aqûbeta berê hatibû serê
wan e.
Divê hemû alî ji her tiştê ku li dijî serwerî û yekparçeyiya
axa Îranê be, dûr bikevin.”
Wek tê dîtin tirk ji nuha da gefê li partiyên Kurdistana Rojhilat dixun. Omer
Çelîk eşkere gotiye, li Îranê jî gerek kurd doza tu mafên xwe yên netewî nekin.
Heger daxwaza serxwebûnê ya jî federaliyê bikin, ewê ji bo wan pir xerab e,
aqûbeta Qazî Mihemed ewê were serê wan jî.
Siyaseta dewleta tirk û tirkan ji destpêkê da li ser bingehê neyartiya kurdan ava bûye; gerek kurd li tu beşekî
Kurdistanê azad nebin. Ji bo vê gerek Tirkiye li her derê siyaseteke antî kurd bimeşîne.
Mêrikan bi bindestiya kurdên Kurdistana Bakur tenê nayên
serî, bûne bekçiyên Sûriyê, Îraqê û Îranê jî.
Lê kercaleke beyhûde ye, ew xwe bidirrînin jî kurd ewê azad bibin û Kurdistana
serbixwe ewê wek bûka Rojhilata Navîn çêbibe.
Ev siyaseta tirkan ya antî kurd di warê aborî da, pêşketinê da, demokrasiyê da li
ser wan pir biha rûniştiye. Bi sedmilyar dolar li şerê li dijî kurdan mesref
kirine. Ji ber siyaseta xwe ya antî kurd nebûn endamê Yekîtiya Ewrûpayê.
Û ji ber siyaseta xwe ya antî kurd bûn heval û mitefikên Daîşê, HTŞ´ê û hemû
çeteyên îslamî, Tirkiye kirin hêlîna terorîstan û îslamîstan.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar