Meleyên Îranê kuştina Xulamreza Silêmanî qebûl kirine. Lê nîvçe li xwe mukur hatine, li ser kuştina Elî Larîcanî tiştek negotine. Fena ku nehatibe kuştin, sax be.
Wele ez dibêjim ew jî hatiye kuştin. Lawekî wî jî pê ra
hatiye kuştin. Îsraîl wer dibêje. Ez dibêjin agahiya Îsraîl rast e.
Çimkî hetanî nuha yek agahiya Îsraîl ne rast, derew derneketiye, mêrikan çi gotine tim rast derketiye.
Heger derew bûya ewê derketa telewîzyonê, bigota vaye ez li vir im, hûn derewa dikin.
Îsraîl tim li çaviyê dixîne, herdu zalim jî merivên dewletê
yên pir muhîm bûn, destên wan di xwîna gelek kesan da heye…
NOT:
Wa ye kuştina Elî Larîcanî jî qebûl kirine.
Ez niznaim çima piço piço qebûl dikin?
Her kes zane Îsraîl agahiya ne rast belav nake.
Ma bi înkarê dibe?
Xwezî van qatilan ne bi vî hawî bimrana, bihatana girtin û wek Seddam Husên bihatana îdamkirin.
Dibê çend salan ezîyet û ezab bikişandana
û hestên îdam bijiyana. Wek bi hezaran kurd û kesên din, ew jî bi benên vîncan
va li ba bibûna.


Inga kommentarer:
Skicka en kommentar