17 mars 2026

Îsraîl nêçîra du serokên Îranê yên din kirine

Îsraîl dîsa du girregirrên Komara Îslamî ya meleyên qatil kuştine. Herdu jî çeteyên mezin in. Yek Elî Larîcanî ye, yê din jî Xulamreza Silêmanî ye. Herdu jî gurên pir har bûn.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz gotiye, wan Serokê Konseya Bilind a Ewlehiya Netewî ya Îranê Elî Larîcanî kuştiye.

Îranê xeber red kiriye, lê ez dibêjim texmîna Îsraîl rast e, di êrîşa do bi şev da hat kuştin.
Elî Larîcanî do nameyek ji welatên îslam ra şandibû, ji wan alîkarî xwestibû. Îsraîl nehîşt feqîro zêde bijî. Masîyekî pir mezin û talûke bû...

Elî Larîcanî van rojên dawî agir kiribû dawa xwe, pir bela xwe di Îsraîl dida. Henekê xwe bi Donald Trump kiribû. Mirina wî ji ji bo rejîmê derbeke pir mezin e.
Di nivîsa xwe ya berî vê da min got, heger mele teslîm nebin, ewê yek bi yek werin kuştin. Îsraîl vê taktîkê bi kar tîne. Yeko yekî wan dişîne ba Elî Xameyînî.
Li gorî xebera AP´ê
Di êrişekê din da Fermandarê Hêzên Besîcê Xulamreza Silêmanî jî hatiye kuştin.

Hêzên Besîcê di parastina ewlehiya nav bajaran û serkutkirina protestoyan da berpirsiyar bûn. Bi destê van çeteyan gelek kes hatin kuştin.

Îsraîl û Amerîka nuha ji dêlî midaxeleyeke ji bejayiyê, dixwazin serok û berpirsiyaran yek bi yek gişan bikujin. Kîjan serê xwe ji tunêla bin erdê derxin, ewê werin kuştin.
Ji bo wê ye newêrin derkevin nava milet û telewîzyonê.

XXX

Serokê Encumena Bilind a Ewlehiya Netewî ya Îranê Elî Larîcanî mektûbeke hawarê ji 6 xalan ji welatên misilman ra şandiye.

Elî Larîcanî ji ber ku dewletên misilman nehatina hawara wan him gazinan dike, him jî dewletên îslamî bi tundî rexne dike, dibêje, ma misilmantî ev e?

Elî Larîcanî hedîseke Pêxember wek belge nîşan daye, gotiye, ”Eger hûn bersiva hewara misilmanekî nedin, hûn ne misilman in.”

Cî li meleyên qatil teng bûye, dixwazin misilman herin hawara wan.

Kes ji bo kesî nakeve herbê, ev yek. Ya din jî we bi fêsadiya xwe, bi çeteyên xwe yên di nava welatên misilman da xerabiyên pir mezin kirin. Nuha dibê hûn cezayê xwe bikşînin. Ya hûn teslîm bibin, ya jî yek bi yek werin kuştin. Çimkî ciyekî hûn birevinê, welatekî hûn lê bisitirin tune ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar