Li Swêd hêzên çep bûne dûvikên, mitefikên hêzên îslamî û hewalên,
xemxurên rejîma meleyên Îranê yên qatilên bi sedhezaran însanên sivîl.
Îro li bajarê Swêd Malmoyê bi hezaran çep, lîberal ji bo
piştgiriya meleyên faşîst kom bûn, Îsraîl û Amerîka protesto kirin.
Çepên, femînîstên, lîberalên dibê demokrasiyê, azadiyê, wekheviyê biparêzin, li
dijî dîktatoran, rejîmên îslamî, pederşahî rabin, bi ruh û can wan diparêzin.
Bi îslamîstên ereb û faris ra Amerîkayê, Îsraîl protesto dikin.
Çendakî berê gava li Îranê pasdarên rejîma meleyên qatil 30 hezar însan gulebaran kirin ev çepên bûne poçika îslamîstan, şûrkêzên Elî Xameynî, Îran protesto nekirin.
Çepên ewrûpî şaşiya çepên Îranê li hemberî Xumeynî û îslamîstan kirin dubare dikin. Ji şaşiya û serpêhatiya çepên Îranê ders û ibretê nagirin.
Çep û komunîstan li Îranê Şah Riza xistin, Xumeynî anîn ser hukim. Xumeynî jî çer hat ser hukim dest bi qetlîama kurdan, hêzên çep û hemû mixalifan kir.
Ji bo hêzên îslamî hevkariyên demkî yên bi çep ra ne problem
e. Hêzên îslamî ji bo ku hukim bigrin destên xwe bi her kesî ra, bi îblîs ra jî
hevkariyê dikin, heta ku cî bidin nigên xwe. Îran, Tirkiye, Sûriye numûneyên pi
nêzik in.
Heta ku ji wan ra lazim be, bi kêrî wan bê bi kar tînin.
Piştre karên xwe diqedînin, tên ser hukim, dest bi kuştina ataîstan,
femînîstan, qûnekan, demokratan yanî her kesê ne ji wa nya dikujin ya jî di
zindanan da dirizînin.
Ev trajedî di 1979´a da hat serê çepên, demokratê, jinên Îranê.
Ev kesên îro li Swêd piştgiriya meleyên Îranê dikin, heger li Îranê bûna yek jî
li derve nedima, piraniya wan ewê bihatana bi dardekirin.
Heger Îran, Hizbullah, Hamas ya jî kîjan hêza îslamî dibe bila bibe bi qasî
Amerîkayê, Îsraîl xurt bûne ewê tavilê qirra hemû yahûdiyan bianîna, ewê Ewrûpa
dagir bikirana, kî neçûya ser dînê wan, kê jiyaneke wek ya wan qebûl nekira ewê
bikuştana.
Nebêjin ne rast e. Îran, Afganîstan, El Qaîde, Daîş, Hizbullah, Hamas, Boko
Haram çend numûneyên li ber çavên me ne.
Lema jî dibê çep, lîberal, femînîst dua bikin Îran, hêzên îslamî bi qasî
Amerîkayê û Ewrûpayê ne xurt in.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar