24 oktober 2026

Belayên ji hev xerabtir hene

40-50 sal in belayeke mezin hatîye serê miletê kurd, hin sîysetmedaran, hin partîyên îslamî û çep zirarên mezin dan miletê me. Hîn jî em ji vê belayê, ji vê tenîya bi don xelas nebûne. 

Lê maskeya hin serokan dikeve, wer xuya dike emê hêdî hêdî ji vê belayê xelas bibin.

Dibê em viya jî ji bîr nekin, li dunyayê tu bela tune ye belayeke jê xerabtir tunebe.

Me ji hin sîyasetmedar û partîyan zirarên pir mezin dîtin, lê em gelek tiştan jî fêr bûn. Şaşiyên me kirin ji me ra bûn tecrûbeyên baş, di rojên pêş d aewê bi kêrî me bên.

XXX

Derew bi çargavîyê dihere, heqîqet, rastî gav bi gav dimeşe. Lê belê heqîqet dîsa jî di wextê da digihîjê.

XXX

-Tu çima hewqasî xemgîn dibî?
Kevir heta ku dev ji kevirtîya xwe bernede ji tilîyan ra nikane bibe  gustîl.
Kevirê bixwaze bibe gustîl, dibê heciqandinê, xeritînê qebûl bike.
Mewlana

-Xemgîn mebe !
Heger li alîyekî tirs, li alîyekî te hêvîya te hebe tu yê bibî dubaskî. Bi baskekî jixwe nayê firandin.
Mewlana

XXX

-Gava însan piştî ji hev dixeyidin eybên hev, sirrên hev dibêjin, elameta minafiqîyê ye.

-Ji ku tu dest pê bikî tu ne mecbûr î mikemel bî, lê belê ji bona tu mikemel bî tu mecbûr î dest pê bikî…

-Zanebûn tenê têrê nake, dibê însan durist be, dilpak be

-Fikrê we çi dibe bira bibe, nezaket we dike merivekî baş.
dibê meriv tu carî bêedeb nebe, dev ji nezaketê bernede.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar