-Însan ne dema ji çavên xwe dibin kor dibin, dema ûjdan bi
wan ra namîne kor dibin. Şiklê koranîyê yê herî talûke, herî xerab nexwestina
dîtina rastîyê ye. Ev koranî, civatan berbî felaketê va dibe, çimkî ji çavê
nabîne bêtir, ûjdanê nabihîze felaket e.
Jose Saramango
Gotineke ji sedîsed rast e, ji ber ku dagirkerên welatê me merivên bêûjdan in lema hewqasî zalim in û vê zulmê li me dikin, azadîya me qebûl nakin, nahêlin zarokên me jî bi zimanê xwe perwerde bibin.
Bêûjdanîyeke, zalîmîyeke ji viya mezintir tune ye, tu nehêlî zarokên miletekî bi zimanê xwe perwerde bibin,Koranîya ûjdan ji koranîya çav xerabtir e, însên bêexlaq,
bêmerhemet. Heger bi bûne dost û hevalên dewleta dagir ra ûjdan heba li hemberî
zulma li miletê wan dibe bêdeng nediman û nedibûn hevalên dagirkerên welatê
xwe.
XXX
Dema meriv aqilê xwe, îradeya xwe teslîmî yekî din bike, tim
li gorî daxwaz û emrê wî hereket bike, ne tenê bêaqilî ye, şiklekî koletîyê ye;
meriv dibe wek dîreksîyona di destê şufêr da.
-Ne feqîrî însên mecbûrî diziyê dike, ne jî zengînî
duristbûna însanekî garantî dike.
XXX
Dijmin bibe "dost" jî tu carî şûrê xwe kostek
nake. Lema pêşîyan gotine rî dibe bihost, dijmin nabe dost û dijminên bav û
kalan nabin dostên lawan.
Kesên di nav kurdan da reqlama tirkan û dewleta wan dikin ne
merivên pak in, lobîsîtên tirkan in. Her tiştê dibêjin xapandin e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar