23 oktober 2026

Mala me îro têra xwe şên bû


Herdu şîrînên me, neviyên me Olîver Aras û Leo Ronî îro hatin serdana kalik û pîrika xwe. Êdî baş hogirî me bûne, ji du sê rojan carê tên ba me, em bîstekê bi hev ra dilîzin û diçin. Carnan jî xanim diçe ba wan, alîkarîya Rojen dike.

Yê biçûk, Ronî çer çav li min dikevedikene, rûgeş dibe, herdu destên xwe berbî min va dike, dixwaze ez wî ji erebê derxînim û bigrim himêza xwe.

Yê mezin Aras, ji min bêtir girêdayî pîrika xwe ye, dixwaze pîrik wî rake, pê ra bilîze. Çimkî ez bi yê biçûk ra mijûl im, lema ew jî diçe ba pîrika xwe.

Lê Ronî zêde xwe nêzî pîrikê nake, wer bi min va ye. Li hundur jî ji min naqete, tim dixwaze ez bi wî ra bilîzim û wî bigrim himêza xwe. Ez jê ra dixwînim.


Ev yek xanimê xemgîn dike, dibêje te lawik ji min dûr xistîye. Ji lêwik ra dibêje, çima tu nayê ba min?

Bavê wan Rojen îro ji dêya xwe ra got, dayê, sûcê te ye, qey te lawik memnûn nekiriye, lema dixwaze here ba kalikê xwe. Dibê tu wî bertîl bikî, devê wî şîrîn bikî, ji bo ku li te jî bibane.


Dema em wan rêwî dikin, em xatir ji hev dixwazin, em destên xwe ji hev ra li ba dikin; ew jî destên xwe ji me ra li ba dikin…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar