08 oktober 2026

Deve dûrî hev diçêrin, lê guhên wan tim li ser hev in

Tirk bi heycan kar û zirara Peymana Mekeyê minaqaşe dikin, dibêjin bi vê peymanê gerek Tirkiye bi Pakîstanê ra Erebîstana Siûdî li hemberî êrîşên Husîyan biparêze.
Lê Îran li pişt Husîyan e, ev jî tê maneya Tirkiye ketîye cepheyeke li dijî Îranê, kane mecbûr bibe şerê Îranê jî bike.
Tirk van îşan baş îdare dikin. Ewê him Erebîstana Siûdî û Amerîkayê, him jî Îranê îdare bikin; ewê ji herdu alîyan jî têr bixun. Jixwe debara Tirkiyê nuha li ser tîcareta reş e.

Tirkiye Endama NATO´yê ye, lê di eynî wextê da dost û delalê Îranê, Rûsyayê yê herî baş e. Amerîka, NATO vê durûtiya tirkan baş zanin, lê tiştekî pê nakin.
Bi Peymana Mekeyê ewê him li ser Erebîstana Siûdî têr biçêrin, him jî bi Îranê ra tîcareta xwe bidomînin. Yanî bi Peymana Mekeyê têkiliya Îranê û Tirkiyê xera nabe, di bin ra ewê tîcareta xwe, hevalbendîya xwe bidomînin. Ji ber dijminatîya bi kurdan ra ew tim mitefikên hev in. Deve dûrî hev diçêrin, lê guhên wan tim li ser hev in. Carnan di nabêna wan da hin gelş çêbin jî demkî ne, nabin dijminên hev.

Peymana Mekeyê ya Parastina Hevpar, bi îngilîzî:(Mecca Joint Defence Agreement). Peymaneka leşkerî û ewlehiyê ya girîng e, di 7ê tebaxê da li bajarê pîroz ê Mekeyê di navbera Erebistana Siûdî, Tirkiye û Pakistanê da hat îmzekirin.

Amanc û taybetmendiyên peymanê ev in:

Prînsîba Parastina Kolektîf , mîna ya NATOyê ye. Xala herî krîtîk a peymanê, heger êrişeke çekdarî li ser yek ji van sê dewletan bibe, wek êrişeke li ser her sê dewletan tê qebûlkirin.
Ev bend mîna xala 5emîn a NATOyê ye.
Li gorî şertên Peymanê Tirkiye mecbûr e bi erebîstana Siûdî ra li hemberî her hêza, dewleta êrîşkar şer bike.

 XXX

Dinya wiha ye, porê hinekan zû sipî dibe, hinek zû dikevin. Çimkî derdê dinyayê û yê miletê xwe, her qahr û qotikê, her neheqiyê, zulma dijmin ji xwe ra dikin derd, lema porê wan zû sipî dibe, zû kal û pîr dibin.

Yê hinekan jî bindestî qet ne xema wan e, ji ber pîsî û xerabîyên kirine ruyê wan jî sor nabe.
Dinya xan bibe, xerabe bibe, çi felaket were serê miletê wan ne xema wan e.
Merivên wiha bêxem bêrû ne, nakevin, kêfa wan tim li cî ye.

Roj sêvê şîrîn dike, îsotê tûj dike, qebhet ne ji rojê da ye, ji qerekter da ye.
Gava însan ne xemxurê miletê xwe û welatê xwe be li ber tiştekî nakeve, lema jî zû kal nabe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar