07 oktober 2026

Gelo bi rastî umrê fêrbûnê tune ye?


Dibêjin zana û nivîskarê mezin ê rûs Leo Tolstoy di 67 salîya xwe da fêrî ajotina piqilêtê bûye. Têgeheke, gotineke Pisqilêta Tolstoy jî heye; tê maneya ji bo tu fêrbûna tiştî derengî tune ye.
Yanî umrê fêr bûnê tune ye, di her umrî da meriv kane fêrî tiştên nuh bibe.

Gotineke rast e. Lê ez dibêjim belkî îstîsna vê gotina rast heye, ew jî ez im. Ez jî nizanim pisqilêtê bajom û min pir dixwest min kanîbûya...

Lê newêrim wek Tolstoya xwe tevî vî karê talûke kim. Ditirsim bikevim, dereke xwe seqet bikim.

Di zaroktîya xwe da min hewil da fêr bibim, lê ji ber serpêhatîyeke ne xweş min dev jê berda. Ji wê rojê da ye min carek din neceriband.

Her caran zarok û kal û pîrên piqilêtê dajon dibînim, dilê min dbije wan,dibêjim xwezî min jî kanîba.
Lê ez 10 salan bi ser 67a ketime. Ez 76 salî me, ez dibêjim ji bona min belkî êdî dereng be.

Moza hingiv bi mêşê ra nakeve minaqaşeya hingiv ji gû çêtir e

XXX

Dibê meriv di serpêhatîyên xwe da, di dema borî da asê nemîne, tim bi wê ra nejî. Lê belê gerek meriv ji tarîxa xwe, ji rabirdûya xwe jî dersê, ibretê bigire.
Yê ji tarîxa xwe, ji tarîxa pêşiyên xwe dersê negire, pêşeroja wî tarî ye.

XXX

Gava meriv dimre, meriv nizane meriv yê mirî ye; mirin ne ji bo meriv, tenê ji bo kesên din zor e.

Gava meriv bêhiş be jî haya meriv ji bêhişiye meriv tuneye. Lê kesên din dibînin meriv bêhiş e.

Ji ber ku her kes ji aqilê xwe razî ye, meriv bi kêmaqilîya xwe, bi bêhêşiya xwe nahese.

XXX

Me kîjan kûçik ezimand ser sifra xwe, piştî zikê xwe têr kir, har bû. Zikê kîjanî têr bû rahîşt me.

Ne xweş e meriv qala nanê xwe bike, nandarîya xwe bike minet, lê belê nankorî, îxanet jî nayê efûkirin.

Qey di nanê me kurdan da xwê tune. Lê gişk ji me ra dibin ders.

XXX

Li Golanê gelek gundên kurdan hene. Xebereke pir balkêş e. Cara pêşî ye dibihîzim piraniya şênîyên Golanê kurd bûne. Gelo bi kurdî zanin, hîn jî dibêjin ew kurd in?

Di xeberê da di vî warî da agahî tuneye. Kesên vê meselê zanin bira xêra xwe me agahdar bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar