08 oktober 2026

Filistînîyan do qetlîama 7ê cotmehê pîroz kirin !


Dîn, dîndarîyê piraniya misilmanan zêde kirine zalim û bêûjdan, bêyî misilmanan gunehên wan bi tu kesên din nayê. Kuştina bi hezaran cihûyan dilê wan naşewitîne, wan kêfxweş û dilşa dike. 
Gerek meriv hewqasî bêûjdan nebe, tu neheqîyê, zulmê, qetlîamê rast nebîne, pîroz neke.

Ji bo wê jî filistîniyan, gelek misilmanan qetlîama 7ê cotmeha 2023a ya terorîstên Hamasê li Îsraîl, li hemberî sivêlan kirin wek dawetekê pîroz kirin.

Filistînî wê rojê hîn jî wek zafereke mezin, tarîxî diparêzin, pîroz dikin. Do li Swêd, li bajarê Goteborgê, li Brunnsparkenê bi sedan filistînî û misilman civîyan û qetlîama 7ê cotmehê bi şîara ”Bijî 7ê Cotmehê !” pîroz kirin.
Lê ne tenê qetlîam pîroz kirine, gotine gerek Îsraîl nemîne, cihû werin qirkirin û celîkirin. Dîtineke, îdeolojîyeke ji vîya irqçîtir, nazîstir tune ye.
Do 3ê salîya qetlîama Hamasê ya di 7ê cotmeha 2023a da li Îsraîl, li hemberî yahûdîyan kir bû. Sê sal berê di 7ê cotmehê Hamasê li Îsraîl êrîşî Festîvala Novayê kir, 1200 sivîl bi barbarî kuştin, 240 kes jî revandin.

Min bala xwe da çend malperên xeberan ên tirkî û kurdî kesî qala qetlîma 7ê cotmehê ya li hemberî yahûdîyan nekiriye.

Tirkan li Stenbolê ji bo piştgirîya filistîniyan meşeke mezin çêkirine. Yanî neyartîya xwe ya bi Îsraîl û yahûdîyan ra dîyar kirine.

Mislimanbûn gerek meriv bêûjdan, bêmerhemet neke. Li hemberî qetlîmameke hewqasî mezin bêdeng nehêle.

Heger li Ewrûpayê, li welatekî xiristîyan terorîstan 1200 misilman bikuştana, ma kurd, tirk, misilman îro ewê wiha bêdeng bûna?

Dîn gerrek meriv hewqasî jî zalim neke.

XXX

-Ji dêlî tirsa ji mirinê, dibê meriv ji jiyaneka vik û vala bitirse. Çimkî rê li ber mirinê nayê girtin. Lê belê jîyaneka vik û vala hilbijartineke şexsî ye.

Epîktetos

Meriv jiyaneka vik û vala nejî baş e, dibê ji bo malbata xwe, ji bo miletê xwe karekî bi feyde bike.

XXX

-Kesê dev ji halê xwe yê berê bernede nikane bigihîje halekî nuh

Mewlana

-Tu çi dikî bike, tu yê tim poşman bimrî. Belkî ji ber tiştên te kirine, belkî ji ber tiştên te nikanîbû bikira.

Dostoyevskî

XXX

Di nava her miletî da merivên baş û xerab hene. Xerabên me kurdan jî ne hindik in. Hin însan ji pîsîyên dikin, ji bêşerefîyên dikin, ji hevaltî û rêberîya dijmin qet nerehet nabin.

Lê belê gava pîsîyên kirine derdikeve ortê nerehet dibin. Ne ji bo ku ûjdanê wan nerehet dibe û poşman bûne, ji bo ku îtîbara wan xera dibe nerehet dibin.

Di esasê xwe da tiştê jê ditirsin ne bêşerefî ye, eşkerebûna karên pîsî û bêşerefîya wan e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar