09 oktober 2026

Em li welatê xwe bûne mahcir û koçber

Em kurd li coxrafîya cîhanê belkî ya herî zengîn dijîn. Lê belê ji ber bindestîya me, ji ber perçebûna welatê me, ji ber zulma kolonyalîstan em mahkûmî jiyaneka herî feqîr û perîşan bûne. Çimkî jiyaneke ji bindestîyê pîstir, rezîltir tune ye.

Em li welatê xwe bûne mahcir û koçber û mahkûmî jîyaneka perîşan a di çandirên kampan da.

Di ser vê da jî, serokên me yên xwedî hêz jî ne tu meriv in, hinek eşkere bûne hevalên dijmin, ji bona kurd azad nebin her bêexlaqiyê, her fêlbazîyê dikin. Hinek jî li ser kursiyên di bindestiyê da ketine gewrîya hev, li hev nakin. 

Ev bêtifaqî, ev şerê nav malê, serokên bûne rêberên neyar bûye qembûrê ser zebmûr, milet bêtir bêhêvî û perîşan kiriye. Dawî ewê here li ku bisekine nizanim. Hêvî dikim surprîzek çê bibe, em ji vê gîrdabê zû xelas bibin.

XXX

Ga li giranîya karê dike, li barê dikşîne nafikire, li êmê ewê têkeve cuherê xwe difikire, çimkî ga ye.
Însanên wek ga difikrin jî pir in, tenê li zikê xwe difikrin, bindestî jê ra ne xem e, azadî nayê bîra wî.

XXX

Yê kor ji yê kût ra got, ”ma rewş çawa ye, çawa dihere?”
Yê kût got, ”wele hema wek tu dibînî…”
Halê me kurdan  jî eynî wek vê mesela merivê kor û kût e…

XXX

-Kevirekî pîsik kane taseke zêrîn bişîkîne, lê bi vê yekê ne qêmeta kevir zêde dibe, ne jî bihayê zêr dadikeve

XXX

-Jiyan sê roj in, yek do ye, heger here bi paş da nayê, yek sibe ye, ne dîyar e ewê were ya neyê, yek jî îro ye, ew jî qîmeta wê nayê zanîn.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar