Payiza Stockholmê îro xwe baş nîşan da. Ximîna baranê ye, ewrekî reşî tarî girtiye ser bajêr, kes li derve xuya nake. Dinya sar e, 8 derece di ser sirê ra ye.
Li derva ne çûyin heye, ne hatin; teyr di qulik û hêlînên
xwe da, însan di malên xwe da lûsiyan e.
Min ji xanimê ra got, rabe em herin meşa xwe bikin û werin, bi min da xeyidî,
got, di vê baranê da ez ji mala xwe dernayêm.
Heta sêşemîyê jî ewê baran bibare. Ji xwe ji nuha pê da ya berf e, ya baran e. Ma qey ezê wer di hundur da bim?
Baran, maran, ez diçim gerra xwe dik fena her rojan…
XXX
Ji bona tu miletekî ji ortê rakî êdî ne hewce ye tu
qetlîamên mezin bikî, bi hezaran însan bikujî. Tu zimanê wî miletî qedexe bikî,
tu nehêlî zarokên wî bi zimanên xwe bixwînin, tu tarîxa wî tahrîf bikî, pê bidî
jibîrkirin, tu muzîka wî qedexe bikî, tu hinekên xwe bi zimanê wî, bi kultura
wî bikî û bi pêşkêkirina kursî û peran jê hinekan bikî hevalên xwe, ew milet
ewê hêdî hêdî bihele, di nav civata te da wenda bibe.
Tiştê hatiye serê me kurdan ev e, tirk bi alîkarîya hin
kurdan vê taktîkê bi kar tînin.
XXX
-Qibleya merivê şelaf tune ye, kê xurt bibîne jê ra sujde dibe, jê ra dibêje şabaş ji bavê…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar