Kurdistana Bakur ji xortan, ji kesên ciwan vala dibe. Ji bajarê Agirîyê tenê herî kêm 30 hezar ciwan bi rêya qaçaxçîyan koçî Kanadayê û Amerîkayê kirine. Salê herî kêm 3000 hezar ciwan ji Agirîyê koçî welatên derve dikin.
Li gorî îstatîstîkên fermî yên Tirkiyê sala 2025a nifûsa Agirîyê 10 hezar û 791 kes kêm bûye.
Ev felaketa netewî ne li Agirîyê tenê, li gelek bajarên din ên Kurdistana Bakur wiha ye. Koça ji bajarên din jî wek a Agirîyê ye.
Li Kurdistana Başûr û Rojava jî eynî tişt e, ji van herdu beşên Kurdistanê jî ciwan ref bi ref direvin, berên xwe didin rêya koçberîyê.Gelekên caran qaçaxçî, çete wan dixapînin, li Lîbyayê bi mehan di destên çeteyan da dimînin, piştî çend hezar dolar fîdeye didin xelas dibin.
Hinek jî di deryayê da, di
riyan da jiyana xwe ji dest didin, kes nizane cendekên wan li ku ne.
Li gorî agahiyên kalên, rîsipîyên agirî dane Rûdawê, yê 10
hezar dolar li hev radigire ji Kurdistanê koç dike.
Dibêjin sebeb bêkarî ye. Bi ya min sebeb
ne ew tenê ye.
Ma qey 30-40 sal berê kar pirtir bû,fabrîqeyên hebûn gişk hatin girtin?
Dibê li ser vê koça mezin a ji Kurdistanê lêkolîn werin kirin.Fena ku hinek
dixwazin nufûsa kurd a ciwan, a herî dînamîk û sîyasî li Kurdistanê kêm bikin.
Ji bo wê jî ciwanan teşwîqî revê, koçberîyê dikin.
Dengê defê ji dûrva xweş tê, li Ewrûpayê, li Kanada û Amerîkayê kar û bi pêşan
pere ne li bende wan e. Piranî bi salan di kampan da dimînin, perîşan dibin. Ez
şertên Amerîkayê û Kanadayê nizanim, lê şertên Ewrûpayê pir xerab e, îmkana mayinê
û dîtina kar jî pir zor e.
Li her welatê Ewrûpa xerîb pir zêde bûne, ev yek bûye sebebê zêdebûna
dijminatiya xerîban û çêbûna şer û teşxeleyên mezin.
Fransa, Îspanya, Îtalya, Hollanda, Almanya, Îngiltere, Swêd, Belçîka dikele,
her roj şer û pevçûn e.
XXX
Berê dê û bavan ji zarokên xwe ra digotin tu carî derewan
mekin, rastgo bin, bira navê we derewçîn dernekeve.
Nuha dê û bav ji zarokên xwe ra dibêjin, rast be jî mebêjin,
dengê xwe mekin. Hûn rastîyê bibêjin hûnê werin girtin.
Tirkiye bûye welatê tirsê û cineta sextekaran.
XXX
-Deve jî heywanekî ji bo siwarbûnê ye, ker jî. Lê belê
rabûna pêdarê bi hespê dikeve.
Qijik jî teyr e, beytik jî teyr e. Lê belê firîna berbî
asîmanan ve bi qertel dikeve.
Çeqel jî heywanekî li daristanê dijî, keftar jî, lê belê
qiralîya daristanê bi şêr dikeve.
Mezinahî, serokatî bi her kesî nakeve, jê ra qelîte, şexsîyet
lazim e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar