31 oktober 2026

Piling tenezul nakin xwe bi kûçikan bidin îspatkirin


Ji bo ku bizanibin kûçik bezatir e ya jî piling, pêşbirkek, misabeqeyeka bezê çêkirine.

Sê kûçik û sê piling anîne ciyê destpêka pêşbirkê. Kûçikan dest bi bezê kirine, piling ji ciyên xwe nelivîyane.
Berpisê pêşbirkê ji pilingan pirsîye, gotiye:
-Çima hûn dest bi bezê nakin?
Pilingan gotine:

-Di pêşbirkeke bi kûçikan ra heger em bixwazin xwe îspat bikin, ji esaleta me ra ewê bi lekeyeke reş be.

Ji bo pilingan şerm e xwe bi kûçakan bidin îspatkirin ew ji wan bezatir in.
Hin kes dibêjin, tu kî yî, hêza te, giranîya te çi ye?
Dibê meriv xwe bi ber bayê her kesî nexîne, hin kes ne hêjayî bersîvê ne, ne hewceye meriv xwe bi wan bide naskirin û îspatkirin.

XXX

Hin caran ji meriv ra xerab tê, meriv serserî noqî nuxteya herî jêr dibe.
Lê dibê meriv dîsa jî bêhêvî nebe, bi xebatê, bi bawerîyeke xurt meriv kane hêzî ser xwe bike û derkeve jor û bi ser keve.
Tu serketineke mezin bi derbekê da, bêyî ketin û rabûn nebûye.
Li gorî 100 sal berê, 70-80 sal berê em gelkî zanatir û xurttir in.
Evdila Ocalan û PKKê miletê kurd xerab xist, zirareke mezin da milet. Ev rast e. Lê hêza me ya em dîsa rabin ser xwe heye, mezin e. Bêhêvî mebin, emê vê badîreyê jî derbas bikin.

XXX

Însan dişibin şerabê, salên dibihurin xeraban tirş û pîs dike, başan jî kamil û maqûl dike.

Yanî hinek, mezin dibin baqil dibin, baş dibin, hinek jî dixirifin, pîs dibin û yên dibin hevalên dijmin jî ne hindik in.

Dinya wiha ye,ne mimkûn e her kes baş be, zad/genim bêzexelî nabe.

XXX

Tirk carnan kurdan dixin dewsa zarokan, wek meriv ji bona aşkirin û xapandinê şekirekî qulpik bide zarokekî, wan jî xelateke xapandinê dane Ehmedê Xanî. Hin biaqilên me jî pir kêfxweş bûne, ji Erdogan ra li çepikan dixin, dibêjin şabaş ji ji mêrê çê ra, ji lokê hêc ra!
Gule li serê yên wiha keve, guleyê seetekê li meju bigere, yanî hewqasî bêmeju ne.
Ya jî zanin mesele çi ye, lê şelafîyê dikin.
Yê li hemberî Ehmedê Xanî bi rastî wefadar be, zimanê Ehmedê Xanî li nevîyên wî qedexa nake, navê Kurdistanê, ala Kurdistanê qedexe nakene, kurdan mecbûrî bindestîyê nake.
Yê li hemberî Ehmedê Xanî wefadar be, li beşên din ên Kurdistanê li dijî serxwebûna kurdan, li dijî otonomî û federasyona kurdan dernayê, di refarandûma serxwebûnê da kurdan bi şer, bi fetisandinê natirsîne.

XXX

Yekî gotîye, maneya peyva ”saya” sî ye. Bi saya te min ev kar bir serî, tê maneya, di bin sîya te da min ev kar bir serî.
Bi tirkî dibêjin, ”sayende”, yanî bi xêra te, di bin sîya te da.
Yanî koka ”saya”, sîya kurmancî ye.
Rast e, ne rast e nizanim, lê bi min rast xuya dike.
Hevalên zimanzan kanin baştir îzah bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar