31 oktober 2026

Nazdar Aso xanim bi kurdên Stockholmê ra sohebeteke pir xweş kir


Nivîskara hêja Nazdar Aso, xanima zarşîrîn û sohbetxweş îro li Stockholmê mîvana Kitêbxana Kurdî ya Stockholmê bû. Li ser kitêba xwe ya bi navê ”Destê min ji çîçekan nabe” bi Mahmûd Lewendî ra sohbeteke pir xweş kir û bersîva guhdarên xwe da û kitêba xwe ji hezkiriyên edebîyatê ra îmze kir.

Gelek kes hatibûn guhdarîya Nazdar Aso xanimê. Sohbeteke pir xweş bû.

Min kitêb nxwendîye, lema jî nikanim tiştekî li ser naveroka wê bibêjim. Di kitêbê da 15 çîrok li ser mijarên rojane hene. Di civata me da çi gelş, çi xirecir, çi neheqî hene qala wan dike.


Di civînê da bi qasî min agahiyên Agahîyên Mahmût Lewendî û Nazdar xanimê li ser çîrokan dan, çîrok hemû li ser jiyan û gelşên rojane ne, ne çîrokên abstrakt û fantazî ne, çîrokên realîst in, hemû xwe dispêrin bûyerên rasteqîn yên di civta me da însan her roj pê ra heşir û neşir dibin.


Dema Nazdar xanimê qala naveroka çîrokan û serpêhatîyên qehremanên çîrokan kir, carnan meriv pê ra xemgîn dibû, carnan jî nikanîbû xwe ji ken bigire. Çimkî alîyê çîrokan yê mîzahî jî ne kêm e.

Meriv ji naveroka çîrokan û zimanê Nazdar Aso xanimê fêm dike, bi çavdêrî û hostayîyeke mezin dest avêtiye gelşên civatê yên rojane; hemûyên wan meriv him xemgîn dike, him jî dikenîne.

Bi çîrokên wiha meriv kultura xwe, miletê xwe û gelşên civatê fêr dibe, wek meriv li fîlmekî temaşe bike
.


Çîrokên wiha kin û li ser teqereqa gelşên rojane him xweş in, him jî xwendevanên wê zêde ne, ji romanê bêtir tê xwendin.

Hêvî dikim Nazdar xanim nabênê nede vî karê xwe, çavdêrîyên wê pir muhîm û xweş in, baş dibîne û çacdêrîyên xwe bi zimanê civatê nivîsîye.

Di civînê da min got, dibê ew berê xwe nede roman momanan, çîrokên wiha realîst binivîsîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar