29 oktober 2026

Li ser kurdî û bêhêvîtîya Firat Aydinkaya

Firat Aydinkaya, nivîskarekî bala min dikşîne, her cara rastî nivîske wî, lêkolîneke wî têm bi meraq dixwînim. Camêr nivîskarekî zana, xwedîyê qelemek xurt e.

Malpera ”hawarname.substack.com”ê bi Firat Aydinkaya ra li ser aqûbeta kurdî û tesîrên kolonyalîzmê hevpeyvînek kiriye. Hevpeyvîn bi tirkî ye. Navê sernivîsê wiha ye:
”Di mesela kurdî da pir zor e meriv umîdwar be”. 
Hevpeyvîneke pir muhîm e, Firat Aydinkaya him di mesela kurdî da bêhêvî ye, him jî tiştên pir muhîm dibêje. Lê kesên van tiştan bizanibe dibê ew bi xwe xizmetê ji asîmîlasyonê ra neke.

Ev bêhîvîtîya wî rast e, realîst e. Kurd nebin xwedî statuyekî netewî, bi zimanê xwe perwerde nebin, xelasîya ji asîmîlasyona mirinê pir zor e.
Cemîl Oguz, hevpeyvîna Firat Aydinkaya bi tirkî rexne kiriye, gotiye, malpera bi te ra hevpyvîn kiriye ”Hawarname ye, lê tu bi xwe bi tirkî dinivîsî û paşê entegrasyonê rexne dikî. Gelo tu jî tê de, çend nivîskarên me entegreyê tirkî bûne?
Ger pirs hişk be, ji niha de bibore. Hin tişt nakevin serê min loma...”
Birêz Firat Aydinkaya jî bersîv dayê, gotiye:
”Est kekê can. Mijarên wisa taybet bê hişkbûn nabe. Ya diduyan her çiqas rexneya te piçek ad homînem be jî di cih de ye, ser çavan. Li ser navê xwe bêjim; rast e qirêjiya entegrebûnê hîn jî bi min re ye, lê ez dil dikim xwe bi temamî paqij bikim. Spas bo nirxandinên te.”
Min jî xwe tevî sohbeta wan kir û ev şirove danî binê nivîsîa Firat Aydinkaya:

”Ji dil û can hêvî dikim yekî wek te vê gavê bavêje û ji gelekên din ra jî bibe numûne. Nuha, bibê nebê zimanê te hinekî kin e, çimkî tu bi piranî bi tirkî dinivîsînî.
Lê roja te dev jê berda û wek min tenê bi kurdî nivîsî, wê demê tu yê bi rehetî gelek tiştên xweş bibêjî.”
Firat Aydinkaya, di gelek mijarên cihê da zana û xwedî qelemeke xurt e. Zanîngeha Stenbolê Beşa Hiqûqê qedandîye. Wekî abûqat (parêzer)dixebite. Lê di ber ra jî lêkolînan dike, di kovaran da dinnivîsîne.

Ew bi lêkolîn û gotarên xwe yên li ser tarîxê, siyasetê, ziman û rewşenbîriya tê naskirin. Di malper û kovarên wekî Botantimes, Nûpel, Agos û Bianetê da gotar û rexneyên edebî û siyasî nivîsîne.

Li ser sîstema kolonyalîzmê, neteweperweriyê, tarîxa Marksîzmê ya di nav kurdan da û gelşa temsîliyeta siyasî ya kurdan gelek tiştên girîng nivîsîne.
Sê kitêbên wî hene, yek li ser koka faşîzmê ye, yek li ser zulma di zindana Amedê da li kurdan bû, ya sisiya jî li ser Seîdê Kurdî ye. Navê wê Xençera Bedîuzeman e.

Hersê kitêb jî bi tirkî ne. Xwezî bi kurdî bûna. 
Firat Aydinkaya nivîskarekî piralî ye, xwedî zanîneke kûr e, gelek tiştên baş û hêja nivnîsîne. Lê mixabin hemû bi tirkî ne.

Nivîskarekî, lêkolînerekî wek Firat Aydinkaya dibê bi kurdî binivîsîne, lêkolînên xwe ne bi tirkî, bi kurdî bike û bibe îdolo ciwanan, dibê ciwanên me ji nivîsên wî, ji eserên wî sûdê bigrin.

Heger yekî wek wî bi kurdî binivîsîne ewê feydeyeke mezin bigihîne ziman û edebîyata kurdî, edebîyata me ewê bibe xwedî qelemeke xurt. 

Nivîsên wî, sohbetên wî yên bi kurdî jî hene, lê pir hindik in, hevpeyvîn, lêkolîn û nnivîsên wî piranîyeke mezin bi tirkî ne. Qelemeke wiha dibê ne ji man û edebîyata tirkî ra, ji ya kurdî ra xizmetê bike.
Nivîsarên baş, xelemên xurt tên xwendin û dibin sebebê xwendevanên kurdî zêde bibin.
Hin kesên nezan xwe li nivîskarîyê, li romannivîsî kirine bela, berhemên wan ji xortan ra, ji hezkiriyên edebîyatê ra nabin çavkanîyên îlhamê, çimkî tu xweşikiyeke wan a estetîk tune ye. Dil û hestên xwendevanan nehejîne, ranake pêdarê.
Lê heger yên wek Firat Aydinkaya bi kurdî binivîsînin, piştî demekê xwendevanên kurdî ewê bêtir berên xwe bidin kurdî. 

Çimkî Li her dera dinyayê wiha bûye, hin nivîskaran edebîyat û zimanê wî miletê bi pêş xistine, li dinyayê belav kirine.
Heger me kurdan Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî tuneba me yê nuha bi çi pesnê edebîyata xwe bida ?
Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Feqîyê Teyran bi hezaran kurd teşwîqî nivîsînî kirin, bi xêra wan bi hezaran eser bi kurdî hatin nivîsîn.
Yanî nivîskarekî, edîbekî zana, bi kultur, qelemeke xurt kane him edebîyat û zimanê miletekî bi pêş xîne, him jî însanan teşwîqî nivîsînê bike.
Bi romanên, şiîrên, nivîsên bêqalîte ne edebîyata me bi pêş dikeve, ne jî xwendevanên kurdî zêde dibin.
Firat Aydinkaya gotiye, ”qirêjiya entegrebûnê hîn jî bi min re ye, lê ez dil dikim xwe bi temamî paqij bikim.” 
Sozeke baş e, lê belê tiştê meriv got şaş e, gerek neke, gerek wê qirêjê ji xwe paqij bike. 

Hêvî dikim ev soza wî di gotinê da nemîne, êdî bi nivîs, lêkolîn û eserên xwe yên bi kurmancî edebîyata me zengîntir, xwendevanên jî xwe kêfxweş bike.
Dixwazim numûneyekê ji hevpeyvîna wî bidim:
"Di salên 1920î da Kazim Karabekir, ji ser çiyayên Dêrsimê li Kurdistanê nêrîye, gotiye:

”Emê bi fêrkirina tirkî, vî miletî tabiî vê dewletê bikn...
Dibê em li qusûrê nenêrin, mêrikan bi ser ketin. Heger mucîzeyeke nebe, kurdî êdî zimanê me yê bin erdê ye."

Sedîsed rast e, mûcîzeyeke nebe xelasîya me tune ye, musebîbî vê felaketa mezin jî ji dewletê bêtir kurd bi xwe ne, seokên partiyên kurd, ronakbîrên kurd in. Ew bi wezîfa xwe ranebûn, wan jî alîkarîya dewletê kir.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar