28 oktober 2026

Serketinên mezin bi xebatê û bi berdewamîyê çêdibin

Xwedîyên serketinên herî mezin bi karên biçûk dest pê kirine. Kar û xebatên xwe bi sebir, bi tîtîzîyeke mezin meşandine. Dû ra karên wan hêdî hêdî bûne keşif, îcad û serketinên mezin.

Me jî bi çend kesan dest pê kir, em xebitîn, me li be xwe da, dû ra bûn tevgerên xurt û bi bi milyonan.
Barê me giran e, karê me zor e, gelek tiştên qewimîne moralê me xera kiriye. Lê bêhêvîtî ne çare ye û me ji bindestiyê xelas nake.

Em mecbûr in ji şaşîyên xwe dersê bigrin û bi kesên saxlem ra micadela xwe bidomînin.
Xurtîya dijmin ne bêdawî ye, bi zulma xwe û bi alîkarîya hin kesên bêxîret û xayinên me kanin zulma xwe, serdestîya xwe hinekî din bidomînin. Lê ne hata û heta...
Heger ev hêza mezin ji bin destê merivên xerab, kesên ne kurdperwer derkeve azadîya me nêz e.

Dibê em pir bixebitin û rêya rast û netewî nîşanî milet bidin, hêza kurd a netewî ji bin desthilata Evdila Ocalan û partîya DEMê derxin. Ev yek bi xebatê û sebir dibe. Heta Evdila Ocalan sax be ewê dostê tirkan be û tim zirarê bide kurdan. Lê hêza wî, îtîbara wî hêdî hêdî kêm dibe, milet tê ser hişê xwe.
Di bingeha serketinên herî mezin û mayînde da, ne gavên mezin û ji nişka ve, xebatên hêdî hêdî, berdewamî, sebir û îstîkrar heye.
Di vê rêwîtîya me ya ji bo azadî û serxwebûnê da bi rê da gelek ewê biwestin û terka me bikin, hinekên bi miletê xwe ra îxanetê bikin, bibin heval û dostên dijmin. 

Lê gerek ev yek me bêhêvî neke, koka dara azadîyê reh berdaye kûrahîya erdê. Dema kok qewî bû, dîtina fêkiyên wê tenê meseleya wextê ye.

Bi kurtasî, serketina me rêwîtiyek e dûr û dirêj e, pêşîyên me bi çend kesan dest pê kirin, dû ra bûn sedhezar. Me bi çend kesan dest pê kir û îro kelemên nav çaên dijmin in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar