29 oktober 2026

Xwedîyê sebrê mîrê Misrê

Xwedîyê sebrê mîrê Misrê. Dara sebrê tahl e, lê fêkiyê wê şîrîn e. Tu serketin, tu keşf û îcad bi derbekê da nabe, bi xebatê, bi îstîkrarê û bi sebrê dibe.
Sebr û îstîkrar du baskên firînê ne, yek tunebe firîn ne mimkûn e. Karê hindik û berdewam meriv digihîne hedefê.
Bloga min ”Hindik Rindik” do 14112 carî hatiye tikandin. Di sala 2007a da gava min dest pê kir, tikandinên rojane herî zêde li dora 100î bû, kêm-zêde 70-80 bû.

Şikir wa ye xwendevan, şopînerên min êdî gihîştine hezaran. Bi sebrê û îstîkrarê meriv dibe mîrê Misrê. Bi xebata 19 salan, du meh mane bibe 20 sal, gihîştim vê nuxtê. Sebrê gotiye: Sebir bike. Min jî sebir kir û gihîştim vê tîrajê.
Bêguman memnûn û kêfxweş im.

Sipas ji we ra şopînerên ezîz ra.

XXX

-Hawê meriv gotina xwe, rexneya xwe çawa dibêje pir muhîm e. Uslûba şaş celadê gotinê ye. Tu çawa dibêjî, ji gotina te ya tu çi dibêjî muhîmtir e. Lema uslûb pir girîng e.

Awir jî pir girîng e. Çav hin caran bi gotinên wer dipeyive, ziman nikane wan telafuz bike. Çav ne derewçîn e.

XXX

Gava kûçikek ji nişka va rahîje te, tu jî wek kûçik nakî, ranahîjî kûçik; tu rêya xwe dom bikî û ji xwe ra bibêjî:

-Normal e, kûçik wiha dikin…

Gelek kûçikên tirk di medyaya sosyal da heqaretên giran li me kurdan dikin. Hin kes tehamulî vê bêedebîya wan nakin, bersîvê didin wan.

Bi ya min dibê meriv xwe bi ber teqala wan nexîne, bi gotinên we dev ji bêedebîya xwe bernadin.

XXX

Hezar salî gingiv bi mar dane xwarin, mar dîsa jî jahrî verşîya ye. Însanê xayin, xayin e. Însanê nankor, nankor e. Bi tiştê tu didêyî tu nikanî biguherînî, tu nikanî baş bikî.

Kurmê şîrî, heta pîrî.

XXX

Bi asîmîlekirina me kurdan, tirk dixwazin kultura me, edebîyata me, muzîka me, folklora me û di dawiyê da me wek milet ji ruyê dinyayê rakin; li dinyayê miletekî bi navê kurd nehêlin.

Gava ziman nemîne ew milet jî namîne.

Kurdê vîya nizane, vê felaketa li pêş me nabîne ya zir dîn e, ya bêaqil e, ya jî hevalê dijmin e.

Gava hûn kesên kurdînezan dikin berdevkên xwe, dikin mebûsê xwe, serokê beledîya xwe, hûn destegê didin vê sîyaseta dewleta tirk, hûn dixwazin kurd zû bihelin, bibin tirk.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar