Îro jî wek do li Stockholmê hewa pir xweş bû, wek rojeke biharê bû. Piştî me xurînîya xwe kir, xanimê got, vê roja xweş were em herin li bajêr(li Gamla Stanê)bigerin, ji zû da ye em neçûne wir.
Min got, pêşnîyareke baş e û me berê xwe da herêma Bajarê Kevn, Gamla Stanê.
Em berê çûn Medelhavsmuseetê(Mezexaneya Derya Sipî). Lê ji bêşansîya me ra girtî bû. Berê jî em çûbûnê. Gelek tiştên xweş lê hene.
Em dagerîyan pastexaneyeke xweş, me tiştekî sivik li ber qahwê xwar.Turîstan bestenî (berfeşîr, dondurme) dixwar, dilê me jî bijîyayê, me jî wek zarokan, her yekê kovika xwe da destê xwe. Bestenîyeke xweş bû.
Gelek dikanên nuh vebûbûn, em li hinekekan gerîyan. Mi ji xwe ra tiştek nekirî, me nevîyê xwe biçûk ra lîstokek(erebeyek) xweşik kirî.
Di çûnê da, piştî rawestgehekê, yekî ereb hat kursîyek ji me
wê da rûnişt û wek hafizquranekî, fena ku li mizgeftê be, bi dengekî bilind
dest bi xwendina Quranê kir.
Her kes ji dengê wî aciz bû. Çend çar keçikên sivik li kêlek me bûn, ji wan
yekê çend caran pê da qîrîya, got devê xwe bigire. Mêrik guh nedayê. Keçik ji
wir rabûn.
Min bi hêrs li nav çavan nêrî, min got belkî devê xwe bigire, lê bêşeref dew dengê xwe bilindtir kir. Rêwîyên wê vagonê ji wir dûr ketin. Em jî rabûn çûn li dereke din rûniştin.
Sûtalekî, çeqelekî ereb bi dengê xwe rêwîyên vagonê giş nerehet û terorîze kir. Heqê wî lêxistin bû, dibê hinekan ew baş nerm bikirana, lê li Swêd kes zû bi zû nake.
Erebekî birçî, parsek hatîye li Swêd vî hukmî û çavsoriyê li xelkê dike, di metroyê da bi dengê bilind Quranê dixwîne û kesî çipiska xwe pê nekir. Ez ji hêrsa dikir biteqîyama, lê nedibû ez xwe bi ber bayê sûtalekî bêexlaq xim. Min ev neheqîya daqultand û em ji wir rabûn.
XXX
Îro bihara rengîn hatiye Stockholmê, roj pir xweş e, 9
derece germ e. Ez û xanim nuh ji gerra xwe hatin mal. Em 7 km. meşîyan, rojê baş
da serê me û bedena me.
Roj ketîye balkona me, ezê rabim qahwake kurdî çêkim, emê li
balkonê him xwe bidin ber tavê, him jî qahwa xwe vexun.
2026-10-18
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar