30 oktober 2026

Xelata derewîn û xapandinê

Ecêba giran, ne mimkûn e meriv matmayî nemîne,  Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, "Xelata Wefayê ya Serokkomarîyê" daye fîlozof û bavê nasyonalîzma kurdî Ehmerdê Xanî.

Erdogan di beyana xwe da gotiye, ”Ji ber xizmetên Ehmedê Xanî yên bêemsal ên ji welatê me ra kirine ez sipasî wî dikim, ew yek ji sitêrkên cîhana me ya kulturî ye, ez wî bi rahmet yad dikim.”
Komedîyeke, durûtîyeke ji viya mezintir nabe.
Tu têkilîya Ehmedê Xanî bi tirkan, bin cîhan û kultura tirkan ra tune ye, wî ji tirkan ra,ji kultir û edebîyata tirkan ra xizmet nekirîye.

Wî ji miletê xwe ra, ji edebîyat û zimanê kurdî ra xizmet kiriye, ew bavê nasyonalîzma kurdî ye.
Heger hûn li hemberî Ehmedê xanî bi rastî jî wefadar in, çima hûn azadîya miletê wî qebûl nakin, çima hûn nahêlin neviyên Ehmedê Xanî bi zimanê wî perwerde bibin?

Hûn navê welatê Ehmedê Xanî qedexe dikin, hebûna miletê Ehmedê xanî nas nakin, nahêlin nevîyên Ehmedê Xanî bi zimanê xwe bixwînin û Ehmedê Xanî bi Xelata Wefadarîyê xelat dikin!

Hûn bi çi yê xwe, bi kîjan kirina xwe li hemberî Ehmedê Xanî wefadar in, xelata wefadarîyê didin wî?

Hûn heykelên Ehmedê Xanî xera dikin, nahêlin neviyên wî zimanê wî bixwînin, lê xelata wefadarîyê didin wî.

Sed sal e we dinya li miletê Ehemedê Xanî kiriye zindan, hûn nahêlin kurd li tu derê bîna xwe bigrin.

We welatê Ehmedê Xanî dagir kiriye, we bi milyonan kurd ji malên wan bi darê zorê bi çolan xistine û ereb û çeteyên îslamî di malên wan da bi cî kirine.

Hûn bi kîjan ruyî xelata wefadarîyê didin Ehmedê Xanî?
Yê li hemberî Ehmedê Xanî bi rastî wefadar be, vê zulmê li miletê Ehmedê Xanî nake, zimanê Ehmedê Xanî li miletê wî, li nevîyên wî qedexe nake?

Ehmedê Xanî, bavê nasyonalîzma kurdî ye, fîlozof û zanayekî fikrîyata netewî yê miletê kurd e. Li asîmanê kurd û Kurdistanê, di edebîyata kurdî da sitêrkek herî geş e, serbilîndîya miletê kurd e.

Xelatkirina Ehmedê Xanî bi nasyonalîstên tirk ra, fena ku Ehmedê Xanî jî wek 5 kesên din yekî tirkperwer be, ne tenê li hemberî Ehmedê Xanî û fikrên wî bêhurmetî ye, heqareteke mezin e jî.

Hûn, kurdên fikirên Ehmedê Xanî diparêzin  davêjin zindanan, Ehemedê Xanî jî bi derewan, ji bo hedefên xwe yên siyasî û xapandinê xelad dikin. 

Komedî û bêexlaqîyeke ji vîya mezintir nabe. Kurd hewqasî ne nezan û cahil in, bi vê durûtîya we bixapin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar