27 oktober 2026

Îro du dostên ezîz bûn mîvanên min


Îro du mîvanên min ên ezîz hebûn; Suleîman Sulevanî û Mem Dogala hatin serdana min. Bi mazûbanîya herdu mîvanên xwe yên ezîz pir kêfxweş û dilşa bûm.

Ez mîvanên xwe tu carî bêyî qahwa kurdî bernadim. Li mala me sohbeta bi mîvanan ra bêyî qahwa kurdî nabe.
Wek ji her mîvanê xwe ra çêdikim, min ji herdu mîvanên xwe yên ezîz ra jî qahweyeka kurdî çêkir.

 

Li gorî kultura me, 40 qedrê fîncanek qahwe heye.

Mîvanên min ji qahwa min pir memnûn man.
Ez û Sileîman Sulevanî û Mem Dogala di medyaya sosyal da ji zû da ye hevdu nas dikin, lê nebûbû qismet em rû bi rû hevdu bibînin. 

Mala camêran ava be, îro hatin serdana min, bi mazûbanîya wan dilşa bûm. Mîvanên min li bajarê Lundê dimînin, hatine Stockholmê, qedirşînasî kirin, hatin serdana min jî.
Me bîstekê qala halê kurdan, qala derdên xwe ji hev ra kir. Derdên me pir in, em bi rojan qal bikin jî naqede, me jî neqedan. Dedê me bi gotinê naqede. Hêvî dikim serokên me baqil bibin û gavên baş babêjin, gelê xwe dilşa bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar