Gotineke ez pir jê hez dikim yek jî ev e, dibêje, ”ne min kanîbû bi qedera xwe, ne min kanîbû bi dilê xwe; herduyan jî zora min birin, ez pelixandim.”
Ne ez kanim qedera xwe biguherînim, ji bindestîya tirkan, ji xerîbîyê xelas
bibim, di nava miletê xwe da azad û ewle bijîm, ne jî kanim tiştekî din bi dilê xwe bidim qebûlkirin.
Ez bûme wek danê di dîngê da, qeder jî, dil jî li min hatine hev, herdu jî min dikutin.
Ji bo guhertina qedrê tiştê ji destê min tê dikim û min daye dû dilê xwe, hela
binêrim min dibe ku…
-Minaqeşeya bi kesên cahil ra, wek meriv rengan tarîfî yekî kor bike.
-Guh mede kesên din çi difikirin, tu guh bidî ûjdanê xwe. Ûjdanê te çi qebûl
dike wiya bike.
-Dermanê hêrsê yê herî baş û herî mezin derengxistina wê ye. Hêrs wek asîtê ye, birije ku zirarê dide wir.
-Li dinyayê tîcareta herî bi kar, tîcareta dîn e, sermîyanê wê dîn e, bikirê wê cahil e.
-Li însanekî baweriya wî bi te heye derewan meke û ji însanê derew li te kiribe jî bawer meke.
-Heta pel bi guliyê
darê va bûye, darê qîmeta wê nizanîbûye, piştî pel ketiye, darê fêm kiriye
çiqasî jê hez dike.
-Gelş ne hindikayiya
genim e, gelş pirbûna mişkên embarê ne, di embarê da mişk pir in, genem têrê
nake.
-Dil bi çi meşxûl be
ziman wiya dibêje, hest bi çi tije be çav wiya dibîne
Mewlana
Sebir, wek gîhayeka tahl a êşê disekinîne. Him canê meriv
diêşîne, him jî tedawî dike.
Mewlana
Baskên fikiran heye,
kes nikane nehêle ew bigihîjin însanan.
Îbn Ruşd
Sê talûkeyên mezin:
-Gava însanên baqil bêhis bin, gava însanên dilzîz bêtesîr bin, gava însanên
xwedî hêz bêaqil bin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar