13 oktober 2026

Dera edalet lê tunebe exlaq jî lê tuneye

Seddam Husên gava ji hakimê mahkimê ra gotibû, ”min bi edalet mahkime bikin …”

Hakim jî jê ra gotibû:
”Tu bi qanûnên te derxistine tê mahkimekirin..."
Gotina tarîx ji tekerurê îbaret e, carnan rast dertê. Dîktator, zalim dema li ser hukim in bi bêperwayî bêedaletiyê dikin, nizanin huqûq, edalet rojekê ewê ji wan ra jî lazim bibe.

 Seddam Husên ev yek bi çavên serê xwe dît. Wî li hemberî kurdan û mixalifên xwe edalet ji ortê rakiribû, qet texmîn nedikir rojekê ewê bi xwe bi qanûn xwe were darizandin.
Kî zane belkî eynî aqûbet were serê dîktator û zalimên îro li ser hukim in; ew jî wek Seddam stûrîyê, çavsorîyê, zulmê li kurdan dikin. Nebêjin nabe, surprîzên dinyayê pir in, kê bawer dikir Seddam Husên ewê were îdamkirin?

XXX
Di her salona mahkima Tirkiyê da gotina, "Edalet bingehê dewletê ye" dinivîsê, lê li Tirkiyê zerreya edaletê tuneye. Dadgeha Mafên Mirovan di rapora xwe da ev yek gotiye.  

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di beyana xwe da gotiye, Tirkiyê di navbera salên 2003 û 2025a da mafê "darizandina adil, dadperwer" bi sedan caran bin pê kiriye.

Li gorî îstatîstîkên fermî, dadgehê di nav van 22 salan da Tirkiye ji ber darizandinên neheq, neadil 1004an mehkûm kiriye.
Li Tirkiyê sebebê tunebûna huqûq û edaletê bindestîy amiletê kurd e, 1004 mahkûmîyetên Tirkiyê jî ji sedî 99 mesela kurd e. Heta kurd azad nebin, tirk mafên kurdan nedin, li Tirkiyê tu carî edalet, heq, huqûq, demokrasî çênabe. 100 sal e kurd ji bo azadîya xwe li dijî vê bêedaletîyê, vê irqçîtiyê şer dikin, bedelên pir mezin dan, lê heta nuha jî tiştek neguherîye.
Demeke tirk qala guherînê dikin lê hîn tiştekî pozçtîv xuya nake, tenê leqleqa vala ye, dixwazin micadela kurdan a ji bo azadî û serxwebûnê qel bikin.

Dera edalet lê tunebe exlaq jî lê tuneye. 
///Montaîgne
Dana heqê her kesî naveroka, asasê edaletê ye.
///Çîçeron

XXX

Ez ji vê gotinê pir hez dikim:

”Dixwazî bibe nêçîrvan, ya jî bibe nêçîr, lê tu carî nebe kûçikê nêçîrê tîne ji nêçîrvan ra.”

Heger ji me gelek kes nebûna kûçikên nêçîrvanên tirkan nuha em ne bindest bûn.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar