12 oktober 2026

Bafil Talabanî: Heger em bi hev ra bin em kanin Bexdayê îdare bikin û Rojhilata Navîn biguherînin !


Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNKê) Bafil Talebanî, îro(12/10-26)li Hewlêrê di Foruma Siyasî ya MERI Forum 2026 da peyamek aşkere şand ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê)ra.

Bafil Talebanî got, pirsgirêkên navbera wan ne mezin in, ew amadene bi PDKê ra kabineyekê û hukûmetekê ava bikin.
Bafil Talabanî Got:

“Pirsgirêkên navbera me û PDKê ne ewqas mezin in ku neyên çareserkirin. Deriyên YNKê ji bo diyalogê her tim vekirîye. Ez li vir bang dikim: Werin em ji bo avakirina kabineya nû ya hikûmetê rêkeftineke giştî û berfireh bikin,  ji ber ku ev derfeteke tarîxî ye ji bo me hemûyan.

Ez bi aşkereyî dibêjim: YNK naxwaze bêyî we (PDK) hikûmetê ava bike û bêyî we jî nikane hikûmetê bi rêva bibe.

YNK amade ye ji bo berjewendiyên giştî û şikandina vê xetimîna siyasî tawîzan ji daxwazên xwe yên hizbî bide, lê belê mafên gelê Kurdistanê û hevsengiya siyasî bi tu awayî nayên guftûgokirin û tawîz li ser nayê dayîn.”
Ez banga Bafil Talabanî  pozîtîv û pir muhîm dibînim, dibê serokên PDKê jî vê bangê pozîtîv bibînin û di zûtirîn demê da destên xwe yên biratiyê bidin hev û hukûmetê ava bikin.

Bafil Talabanî got, ew amadene hêza xwe ya li Bexdayê bi hêza PDKê ra bikin ye. Heger ev herdu hêz bibin yek, ewê kanibin Bexdayê îdare bikin û Rojhilata Navîn jî biguherin.

Bi bawerîya min para rastîyê di vê dîtina Bafil Talabanî da heye, gerek serokên PDKê dev ji hin berjewendîyên partîtiyê yên biçûk berde û di zûtirîn demê da hukûmetê ava bike. 

Wezîrek kêm, yek zêde ne muhîm e, lihevnekirina li ser kursîyan şermeke mezin e, dibê PDK toleransê nîşan bide.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar