15 oktober 2026

Îblîs jî matmayî maye

Ji Îblîs(şeytîn) pirsîne, gotine:

-Ma çima tu êdî rêya xwe bi Tirkiyê û nava tirkan naxînî, sebeb çi ye?
Îblîs mizicî ye, gotiye:
-Êdî hewcedarîya wan bi min nemaye, gişan ez derbas kirime. Cara dawî gava min rêya xwe bi Tirkiyê xist, min dît mêrikan sola min di teqê ra avêtine, ez nikanim bibim şagirtê ber destê wan jî. Hokus-pokusek anîn serê min, ez gêj bûm, mêrikan ez papşpê li kerê kirim, jêvajorî li min daket, min qulbeya xwe şaş kir. Ez revîrevî ji nava wan revîyam.

Gotine:
-Ma qey tirk di vî warî da hewqasî bi pêş ketine, tu jî derbas kirne?
Îblîs serê xwe leqandîye, bi rûkenî gotiye:
-Wele ez nikanim avê li destê wan kim. Tirkê herî sofî, herî dîndar kane min heft caran tî û birçî bibe ser kanîyê û bîne, gişk bûne profesorê ji min mezintir. Tiştekî ez bidim wanêdî  tune ye, lê gelek tiştên, hîle û fêlbazîyên ez ji wan fêr bibim hene.

Tîyatroya, parodîya Erdogan, Bahçelî û Abdulah Ocalan pêşkêşî me kurdan kirine nîna ye, tirnînaya wê hîn maye, emê hêdî hêdî li wê jî temaşe bikin.
Însanek çawa kane hewqas tiştên xerab bike, lê dîsa jî ji alî bi milyonan va were hezkirin, hîn jî wek serokekî, hîn jî wek merivekî baş were dîtin?
Ez bawer nakim Îblîs jî hewqasî jîr be, piştî hewqas karên xerab kanibe hewqas însanî bi xwe ve girê bide. Ji viya ra hosteyîyeke mezin lazim e. Ev hostayî bi mêrik ra heye, çi dike jî bi sedhezaran jê ra li çepikan dixin, dibêjin bijî serok!
Lema jî dibê meriv mêrik teqdîr bike, bi hevalên xwe baş dilîze, dirhemek aqil, îrade bi wan ra nehîştiye…
Heyfa keda kurdan, heyfa xebat û fedekarîyên kurdan kirin û bedelên mezin dan. 
Lê tiştê baş nemana wan e, di dawîya vê trajedîya mezin da ewê tevgereke baştir, netewîtir derkeve. Ev trajedîya PKKê ji bo miletê kurd bû tecrûbeyeke bedelê wê pir giran.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar