Kongreya Baroya Diyarbekrê ya 50´yî sê roj berê(10/11-26)li
Diyarbekrê, li salona Sezaî Karakoç çêbû. Serokê Baroyê yê nuha Abdulkadîr
Guleç û Sertaç Buluttekîn namzedên serokatîya Baroyê bûn.
Sertaç Buluttekîn bi 840 dengê bû serokê Baroyê yê nuh.
Serokê berê Abdulkadîr Guleç jî 821 deng girt.
Li gorî vê netîceyê, Sertaç Buluttekîn
bi 19 dengan li hemberî Abdulkadîr Guleç bi ser ket û bû serokê Baroya
Diyarbekrê yê nuh. Ser xêrê be. Ez, camêr Abdulkadîr Buluttekîn pîroz dikim û jê ra serketinê dixwazim.
Min du Rûdawê da li xebera Maşallah Dekak a li ser kongreyê temaşe kir. Abdulkadîr Guleç, piştî kongreyê bi kurdî, bi zimanekî maqûl û kibar raqibê xwe Sertaç Buluttekîn pîroz kir, jê ra serketin xwest.
Sertaç Buluttekîn, bi tirkî peyivî. Dîyar e bi kurdî nizane, heger kurdî zanîba ewê bi kurdî bipeyivîya.
Li gorî agahîya min bi dest xist, li gorî ji min ra hat gotin, Sertaç Buluttekîn kurdî nizane. Belkî çend gotinên, "çawayî, baş î zane." Kurdî nizane, lê dîsa jî bû serokê Baroya Diyarbekrê.
Kurdî nizane, lê dîsa jî 840 abûqatan
deng danê, ew kirine serokê Baroyê.
Kurdî nizane, lê dîsa jî bûye serokê Baroya Amedê û di viya da jî tu şaşîyê nabîne.
Ez matmayî mam, bi bawerîya min yekî kurdînezan gerek nebe serokê Baroya
Diyarbekrê, qebûlkirina vîya, normaldîtina viya pir şaş e, xweşdîtina,
qebûlkirina asîmîlasyonê ye.
Baroya Amedê, li Kurdistanê Baroya herî muhîm, herî bi bandor û bi nav û deng
e; di qada navnetewî da berdevkî û nûnertîya miletê kurd dike.
Serokê Baroyeke hewqasî muhîm gerek miheqeq kurdî zanibe, yekî kurdînezan gerek
nebe serokê Baroya Diyarbekrê.
Sertaç Buluttekîn miheqeq camêrekî baş e, kurdperwer e, kapasîteya wî heye serokatîya
Baroyê bike.
Lê piştî ku kurdî nizane, merivekî çiqasî baş be jî dibê nebûya namzedê
serokatîyê, nebûya serokê Baroyê.
Dibê wî bi xwe namzedê qebûl nekira. Dibê kesên ray danê namzedîya wî qebûl
nekirana û ray nedana namzedekî kurdî nizane.
Gerek kurdîzanîn ji bo endamên Baroyê biba şertê sereke, ray nedana namzedekî
kurdînezan.
840 kesên deng dane Sertaç Buluttekîn nezanîna kurdî muhîm nedîtine, lema jî
yekî kurdînezan kirine serokê Baroya Diyarbekrê.
Ev şêleke, xemsarîyeke pir xerab e, qebûlkirina asîmîlasyonê ye.
Bi bawerîya min ne tenê şaş e, şerm e serokê Baroya Amedê kurdî nizanibe û di
civînên xwe da bi endamên xwe ra tim bi tirkî bipeyive.
Baroya Amedê dezgeheke kurdan a netewî ya pir muhîm e, dibê serokê wê miheqeq
kurdî zanibe, yekî kurdînezan nebe serokê wê.
Lê ne Baroya Amedê tenê, dibê ev şert ji bo hemû Baroyên Kurdistanê, ji bo hemû
serokên partîyan, serokên beledîyan û parlamenteran jî şertê sereke û esasî be.
Kesê/kesa kurdî nizane gerek nebe serokê/seroka beledîyê, nebe parlamenter,
nebe serokê Baroyên Abûqatan.
Heger hûn ji dil li dijî asîmîlastonê ne gerek hûn kesên kurdînezan nekin
serokên tu dezgeheke xwe.
Kesên kurdînezan gerek bi xwe nebin namzed, milet jî gerek namzedîya wan tu
carî qebûl neke; heger hûn bi rastî li dijî asîmîlasyonê ne, dibê hûn vî şertî ji
xwe ra bikin prensîbê bingehîn.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar