Hakimê herî mezin û herî adil ûjdanê meriv e. Çi kar dibe bira bibe, heger ûjdanê meriv rehet be, tiştê meriv kiriye bi kêfa ûjdanê meriv be, ew kar rast e, baş e. Yanî hukmê derve, dîtina kesên din ne esas e, ya muhîm ûjdanê meriv bi xwe ye.
Gava bi şev meriv serê xwe danî ser balgîyê ber serê xwe, dibê ne balgî, ûjdanê
meriv rehet be.
Dîktator, merivên xerab bêûjdan in, lema jî bêexlaq in jî, her derewê, her zulmê û xerabîyê dikin.
Ez bawer nakim, ew guh nadin ûjdanê xwe, ûjdanê xwe dikin qurbana kursî û berjewendîyên xwe yên ne pak, ne bi şeref.
Albert Camus gotiye:
”Li dinyayê tu tişt ne hakimekî ji ûjdanê însanekî çêtir e. Ji ber ku kesên din ji te ra li çepikan dixin nayê maneya di mahkima hundurê xwe da te berat kirîye. Azadîya rastîn diristîya te ya dema kes li te temaşe nake.”
XXX
Dibê tu bifikirî gava tu dibêjî:
”Ezê hinekî din bipêm, hîn wext heye. Bira bimîne rojeke din. Belkî careke
din…”
Lê belê tiştek jî heye dibê tu ji bîr nekî, navê wê jî ”êdî dereng e.”
Konfuçyus
XXX
Kesên dîndar, mele ji bo ku feqîran, mezlûman aş bikin, ji
bo mezlûm li hemberî zulmê, dîktatoran serî hilnedin, şîretan li wan dikin,
dibêjin kesên zalim û zulimkar ewê li dinya din di agirê dojehê da bişewitin û
cezayê xwe bikşînin.
Baş e çi feydeya vî cezayî ji kesên mezlûm û bindest ra
heye?
Yên li vê dinyê zulmê li me dikin, em dixwazin cezayên xwe
jî li vê dinyê bikşînin, ne li dinya çîrokê.
XXX
Dibê meriv karê îro nehêle sibe. Sibe ewê çi bibe, çi nebe,
merivê sibe hebe, tunebe ne dîyar e. Ji bo wê jî dibê meriv karê xwe tu carî
taloqî sibe û dusibe neke.
Heger tu dixwazî roj xwe bigihîne te, tîrêjên rojê bedena te germ bike, dibê tu ji sîyê derkevî. Her tişt bi xebatê dibe, serketinên herî mezin j bi xebatên biçûk dest pê kirine.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar