Li Tirkiyê mele, xoce profesorên her ilmî ne, her meselê zannin, bersîva her gelşê li ba wan heye.
Tu tibê bixwînî, tu dibî tuxtor, huqûq bixwînî tu dibî hakim,
abûqat.
Tu mihendîsiyê bixwînî, tu dibî mihendiz.
Tu tarîxê bixwînî, tu dibî mamostê tarîxê, dibî tarîxzan.
Lê belê tu li Tirkiyê îlahîyatê bixwînî tu dibî her tişt. Tu kanî bersîva her
pirsê bidî.
Birçî bihêle
ji bo ku îtîat bike, cahil bihêle ji bo ku bîat bike. Yanî deng neke, di bin emrê te da be, ji te hez bike, li hemberî
zulmê û zulimkaran tu carî serî hilnde.
Heta nuha tu kesî wek Erdogan ev taktîk baş bi kar neanîye. Heger Îtîat û bîat pere neke, wê demê zor, zindan dikeve dewrê.
XXX
-Li her dera sofîkê mejîgenî lê tunebe ew der cinet e.
We jin şewitand, we hozan şewitand, we kûçik şewitand, we
daristan şewitand. Heta hûn hebin ne hewceyî cehnimeyeke din e.
Yaşar Nûrî Ozturk
xxx
-Hemû dînên dinyayê ji alî însanan va çêbûne û di dawîya
dawî da jî astengên herî mezin ên li hemberî fikrên azad û pêşketina mirovahîyê
ne.
Bertrand Rusell
Ji ber ku fikrek ji alî bi milyonan va tê parastin, nayê
maneya ew fikir bi tevayî ne berradayî ye.
Bertrand Rusell
Dema însan bêyî Xwedê bawerîya wan bi tiştekî din nemîne,
tenê ji Xwedê bawer bikin dikevin halekî herî talûke.
J. G. Ballarad
XXX
Ereban tu carî tiştek nexuluqandin, alimekî mezin jî tu carî
ji wan derneket. Lê belê di nava refahê da dijîn. Hûn zannin sebebê viya çi ye?
Çimkî petrola xwe firotin zengînan, dînê xwe jî firotin kesên saf.
Azîz Nesîn
XXX
Li Tirkiyê terîqet pir bûne, belkî bi sedan terîqat hene.
Her fêlbazekî navek li xwe kiriye.
Sebebê pirbûna van terîqatan ne ji ber dîndarîya tirkan e,
ji ber cahîlîya wan e.
Civatên paşdamayî terîqetên wan pir dibin.
XXX
Masî bi êm, pisik bi kezebê, pez bi gîhê(alif)cahil bi dîn tên xapandin.
Tirkekî pirsîye:
-Qesra wî heye ne qiral e.Balafirên wî hene ne kaptan e.
Perê wî heye ne helal e. Dîploma wî ne rast e, sexte ye. Bizanibin kî ye, navê
wî çi ye?
Her kes nas dike, lê kesî newêrîbûye bibêje ew kî ye…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar