17 oktober 2026

Gayê qelp nîr dişkîne

Li Kurdistana Rojava mafên kurdan bi bedelekî pir giran, bi xwîna bi hezaran şehîdan bi dest xistibûn serokên PYDê, HSDê giş dîyarî rejîma Sûrî ya îslamî û Tirkiyê kirin.

Berê li Kurdistana Rojava HSD, PYD, hêzên kurd her tişt bûn, ya rast dewlet bûn, wan xwe îdare dikir, bi hezaran zarokên me bi zimanê xwe perwerde dibûn.
Nuha tiştekî wan nemaye, Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed bûne aqilmendên Ehmed el Şarayê serokê Sûrîyê.
Tiştên bi ked û xebata bi salan, bi kevçî top kirin, bi hesê dan ereb û tirkan. Girîyê meriv tê...

Sebebebê sebeban giş Evdila Ocalan e, wî wiha kir, wî PYD û HSD mecbûrî teslîmbûnê kir. Helbet nayê maneya sûcê wan tune ye, kanîbûn qebûl nekirana, lê ne xwedî îradeyeke xurt in. Lema emrê Ocalan qebûl kirin.
Dinya ji hinekan ra zozan û berrî ye, ji hinekan ra jî gerrek e, avzêm û herî ye.
Ji ber korfahmî û kêmaqiliya serokên me, dinya ji me ra kirine gerrek, avzêm û herî, em dikin nakin, em nikanin ji derên.
Heta serokê me Om be, xwelî ewê tim li ser serê me kom be. Ev jî bêşansîya me ye. Gayê qelp nîr dişkîne, gayên me qelp derketin.

XXX

-Kulîyek tenê ne metirsîdar e, lê gava jimara wan zêde bibin kane bibin sebebê afeteke mezin. Eynî tişt ji bona ehmeqan jî rast e, ew jî gava zêde bin kanin bibin sebebê felaketên mezin

Hêza herî mezin a dîktatoran ne di çekên wan de ye, di tirsa bindestan de ye.

///Karel Capek

XXX

Heger tu qîmeta xwe di mêzîna xelkê da biwezinîne tu yê tim kêm derkevî.

Dibê meriv hewcedarîyê bi teqdîr û erêkirina kesî nebîne, bibêje ez ev im.

Di jiyanê da serketina herî mezin ev e. Yê xwe zanibe bi gotina xelkê kêm û zêde nabe.

XXX

-Her tiştê têkiliyek germ, baş, hezkirinê nebîne dimre. Hest, hevaltî, heta kullîk jî dimrin.

///Sîgmund Freud

-Tiştê meriv herî bêtir diwestîne bêbiryarî ye. Bêbiryarî pir xerab e, biryara herî şaş, xerab jî ji bêbiryarîyê baştir e.

Ji bo serketinê dibê bawerîya meriv xurt be.

XXX

Hin heq hene meriv zû bi zû li kesî helal nake; çimkî hin însan ne layiqî efûkirinê ne.

Bi bawerîya min dibê meriv dagirkerên welatê xwe û yên bûne hevalên wan, yên bi dijmin ra şerê gelê xwe dikin tu carî efû neke. dibê meriv hevaltîya bi dijmin ra tu carî xweş nebîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar