Parlamenterê AK Partiyê yê berê Orhan Mîroglu, ji ber ku rexne li Umit Kocasakal, serokê Baroya Stenbolê yê nuh girtiye, hin tirkan gef lê xwarine.
Di platforma Xê da tirkekî bi profîla ”Selanîklî” ji Orhan Mîroglu ra gotiye:
"Cûdaxwazên kurd ên entegreyî Tirkîtîyê nebûne û ji sala 1801ê vir va serî hildidin ewê bedelê vê yekê bidin. Hindik maye.”
Em kurd gerek tiştekî êdî pir baş bizanibin, heta em ji bindestîya tirkan dernekevin, gefên wiha ewê tim li me werin xwarin û hin caran jî ewê van gefên xwe îcra jî bikin.Ewlehîya canê kurdên bûne hevalên tirkan jî tune ye.
Numûne Orhan
Mîroglu ye. Hevaltîya tirkan, endametîya partîyên wan, mebûstîya wan ne çare
ye, jiyana tu kurdî nagire ewlehiyê.
Heta em ji bindestîya tirkan xelas nebin azadîya kurdên beşên Kurdistaê ên din jî ne mimkûn e. Roja em zora tirkan bibin, di nava çend salan da kurdên din jî giş ewê azad bibin. Heta ev nebe, rehetî ji tu kurdî ra tune te.
Tirk û dewleta wan ne ji bo me kurdên Kurdistana Bakur tenê, ji bo kurdên her
çar perçeyên Kurdistanê jî belayeke pir mezin e, benda li pêş azadîya me ye.
Ji bo ku kurdên beşên Kurdistanê ên din rehet bikin, azad bibin, dibê tirk azadîya
me qebûl bikin û dev ji neyartîya me berdin.
Heta ev nebe, kurdên beşên din ên Kurdistanê jî tu carî nikanin aad bibin.
Çimkî tirk nahêlin, çar dewletan li
ser serê me top dikin. Em nikanin zora çar dewletên har, zebelih bibin. Ji bo
wê jî dibê kurdên her çar perçên Kurdistanê ji bo azadîya me destegê bidin me.
XXX
Çeqel, ne ji dera berx lê pir in, ji dere berx lê bêxwedîne
hez dikin.
Kerîyê bê şivan û bê kûçik gur vêdikeve. Civata bê xwedî, bê
rêber û bê pêşengên jîr û baqil, dijmin ji ser rê da dixîne, ji nasname û
zimanê wê, ji kultura wê dûr dixîne, asîmîle dike. Yanî tiştê hatîye serê me.
XXX
Lêkolîner Mohamed Saad Khirallayê misrî, dibêje, li Ewrûpayê
guherînên demografîk ên pir mezin çêdibin, misilman viya wek ”cîhadademografîyê” bi nav dikin.
Yanî misilman koça Ewerûpayê êdî wek ”cîhadekê” bêşer dibînin.
Nivîseke pir muhîm e, hêjayî xwendinê ye.
Hûn kanin nivîsê wergerînin zimanê xwe, zimanê hûn dixwazin.
XXX
-Berî daqultandinê cûtin çi be, berî axaftinê jî fikirandin
ew e.
Şîreteke sedîsed rast û di cî da ye, dibê meriv berî
axaftinê bfikire, gotina xwe baş biwezinîne, dû ra bipeyive. Gotina ji devê
meriv derket cardin bi paş da nayê, tune nabe.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar