12 oktober 2026

Yên pişt li me şikandine yên bûne heval û rêberên dijmin

Dijminê me yên esasî helbet hêzên welatên me dagir kirine, hêzên kolonyalîst in. Micadela me li hemberî wan e.

Lê belê sîyasetmedarên, ronakbîrên, kesên ji alî hêzên kolonyalîst va hatine kirîn jî bi qasî kolonyalîstan bi zirar û neyarên gel in, ew jî bi qasî dijmin, hetta ji wan bêtir zirarê didin me. Ji me ketine, lê bi me ketine, derba wan ji ya dijmin xerabtir e.

Wan pişta kurdên azadîxwaz şikandîye; ew bûne aqilmend û rêberên dijmin.Kûçikên me ne, lê li ber derîyên dijmin in, ne miletê xwe, dijmin diparêzin.

XXX

-Tiştên me bi hêz dikin ne tiştên me xwarine, tiştên me ew hezm kirine.
Tiştên me zengîn dikin ne tiştên me qezenc kiriye, tiştên me ew muhafeze kirine.
Tiştên me zana dikin ne tiştên em dixwînin, tiştê di hişê me da dimîne, tiştê me di serê xwe da bi cî kirîye.

Francîs Bacon

XXX

Ji Michelangelo pirsîne, gotiye:
-Tu heykelên hewqasî bedew(xweş) çawa çêdikî?
Bersîva Michelangelo pir kin bûye, gotiye:
-Ez zêdayîyên mermer davêjim, di dawiyê da heykel dimîne.

Bedewî paqijiya ji tiştên zêde ye, bedewî, xweşikî sadebûn e.
Kîloyên zêde jî ne baş e, dibê meriv wan jî bavêje. Ne rehet e, lê şert e, ji bedena meriv ra bi feyde ye.

XXX

-Tiştê îro te nerehet dike, sibe ewê were jibîrkirin, lê belê reaksîyona tu îro nîşan didî ewê li qerekterê te were nivîsîn
Marcus Aurelius

-Gava yekî bêrû(rûşuştî) tu rencîde kir, vê pirsê ji xwe bike:
”Ma mumkun e li dinyayê însanên bêrû/rûşuştî tunebin?”
Ne mumkun e.
Wê demê tiştê nemumkun mexwaze.
Marcus Aurelius

XXX

Civata exlaqê wê zeîf be, terbîya wê kêm be; dibe heyranê kesên zorba, zalim û diz.
Ji bo wê ye li Tirkiyê ji dizan, ji dîktatoran, ji zaliman pir hez dikin.
Gelek kes dibêjin, yên berê dixwarin qurişek nedidan me, vana dixwin û hinekî didin me jî. Lema em ji wan hez dikin, tim rayên xwe didin wan. Ne ferd tenê, piraniya civatê jî kane bêexlaq bibe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar